Der barê Husnu Mubarek de biryara tahliyê
Der barê Husnu Mubarek de biryara tahliyê
Der barê Husnu Mubarek de biryara tahliyê
Hate hînbûn ku Husnu Mubarek ku di sala 2011’an de li Misrê bi şoreşa gel ji desthilatdariya 30 salî hatibû xistin, dê bê berdan.
Piştî Şoreşa Gel a Misrê der barê Mubarek de bi sûcdariya ku nelêrtî kiriye doz hat vekirin û doz îro bi encam bû. Dadgehê biryara tahliyeya Mubarek da.
Nayê zanîn ku Mubarek îro bê berdan an na. Tê gotin ku dozger îtîrazê biryara berdana Mubarek bikin.
Mubarekê 85 salî di serhidlana ku bi ketina wî encam bû de, ji ber gule berdabû ser gel tê darizandin. Mubarek ji aliyê dadgehê ve bi cezayê muebetê didarizand. Doza wî hêj li temyîzê ye.