'Dengbêjî, şopa dîrokî ya jiyana Kurdî ye'

Dengbêj Yusufê Celalî, bi kilamên xwe kevneşopiya dengbêjiyê didomîne û vê çandê her tim zindî dihêle û derbasî nifşên nû dike.

Di dîrok û bîra gelê Kurd de cihekî girîng ê dengbêjiyê heye û hîmî wêjeya devkî ya Kurdî ye û ji sedan salan heta roja îro hatiye. Kevneşopiya wêjeya devkî ku wek dengbêjî tê binavkirin heta niha bi hezaran bûyer û çîrok bi xwe re anîne roja îro. Çanda dengbêjiyê bi awaz û terhên cuda li gorî herêman heta roja me îro xwe parastiye. Destan, berxwedan, leheng, evîn, hezkirin, xizanî, bûyerên civakî û siyasî bûne mijara kilamên dengbêjiyê. Çanda dengbêjiyê nifş bi nifş li ser axa Kurdistanê dom kiriye heta roja îro.

Wekî hemû bajarên Kurdan, li bajarê Wanê jî kevneşopiya dengbêjiyê didome. Dengbêj Yusufê Celalî (62) ji van dengbêjan yek e. Ew bi kilamên xwe vê çandê timî zindî dihêle û derbasî nifşên nû dike. Dengbêj Yusufê Celalî li gundê Alotê yê Îdirê di sala 1959’an de ji dayî bûye. Ji 8 saliya xwe ve bi rengekî bê navber klamên dengbêjiyê dibêje. Dengbêj Yusufê Celalî demek dirêje ji Îdirê koçî Wanê kiriye û demek dirêje li Wanê dijî. Celalî di biçûkaniya xwe de tevlî dîwana dengbêjan bûye û timî guh da kilaman.

DENGBÊJÊN NEMIR

Dengbêj Celalî diyar dike ku gava biçûk bûye ew dest bi dengbêjiyê dike û wiha axivî: “Di temenê biçûk de timî ez diçûm diwana dengbêjan û min li wan guhdar dikir. Li herêma Serhedê gelek dengbêjên bi qîmet û awaz xweş hebûn. Wê demê de jî dengbêj gelek kêm bûn. Dengbêjên berî me dikarîbûn bi rojan klamên dengbêjiyan bibêjin. Ez gelek ji dengê dengbêjê nemîr Mehmet Salîhê Şemê bandor bûme û bi awazên wî min dest bi dengbêjiyê kir. Dengbêj Mehmet Salîhê Şemê eslê xwe ji Agiriyê bû û herêm herêm digeriya û kilamên dengbêjiyê digot. Dema ku Mehmet Salîhê Şemê hate Îdirê û kilam gotin, ez gelek di bin bondora wî de mam û min ji dest bi dengbêjiyê kir. Heta temenê 21 saliya xwe min stiran û miqamên Mehmet Salîhê Şemê digot û piştî wê min Dengbêjê Nemîr Şakir nas kir û wî jî bi dengê xwe yê xweş cihê xwe di dilê min de kola. Ez teqez dikarim bibêjim ji niha û vir de ti dengbêj weke Şakirê Bedîh nayê ser ruyê dinyayê.”

‘DENGBÊJAN BI AWAZÊN XWE ÇANDA KURDÎ ZINDÎ HIŞTIYE’

Dengbêj Celalî, di çand û hunera Kurdî de bal kişand li ser girîngiya çanda dengbêjiyê û wiha pêde çû: "Dengbêjên Kurd ên nemir bi awaz û klamên xwe çanda Kurdewar heta roja îro anîn e. Kurdan çanda xwe bi dengbêjiyê, bi awayekî zelal raxistiye ber çavan. Dengbêjên Kurd hem dîroka Kurdan a nehatî nivîsîn, hem jî wêjeya Kurdan a devkî ji civaka Kurd re vegotine û dîroka Kurdî zindî hiştiye. Mirov dikare bêje dengbêjî hîmê çanda Kurdan e. Em li dîrokê dinêrin piranî dengbêjan ji derveyî karê dengbêjiyê bi ti karî ve eleqeder nebûne û tenê xwestine çanda Kurdewarî li ser lingan bihêlin. Di dil û ruhê Dengbêjên Kurd de evîna xaka Welat hebû û bi vê evînê kilam distêrîn.”

‘DENGBÊJÎ WEKE DERYAYEKÊ BÊ SÎNOR E’

Di berdewama axaftina xwe de Dengbêj Celalî tîne ziman ku dengbêjî mîna behrê ye û dibêje: "Tu çi qasî bistrê jî naqedin û weke deryayê bê sînore. Divê timî ev çanda biqîmet û dewlemend zindî bimîne. Gava distrêm aram dibim. Kêliyekê be jî derd û xemên xwe ji bîr dikim. Dengbêjî kilamên evîniyê, mirin, koçberî, lehengî, wêrekî, keserî û xemgîniyê dibêjin. Dengbêjî wekî Gola Wanê û deryayê ye. Her kilam têde hene. Usûlek wê heye û her kilamek xwedî wateyekê ye û tu dikarî li ser kilamekê pirtûkan binivîsî."

‘DIVÊ QÛRSÊN DENGBÊJIYÊ BÊN VEKIRIN’

Celalî destnîşan kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya berbelavbûna dengbêjiyê teknolojî ye û got: "Dengbêjî, çanda zimanê Kurdî ye. Heger berê teknolojiya niha hebûna, ê dengê dengbêjên berê li seranserê cîhanê belav bûbûna. A rast kêmaniya me di vir de dest pê dike. Divê vê çandê bidomînin. Divê em dev ji vî zimanî û dengbêjiyê bernedin. Her ku diçe çanda dengbêjiyê winda dibe. Binêre li saziyên me yên çandê qûrsên tembûr, gîtar, erbane, keman û hwd hene lê ti qûrsên dengbêjiyê tinene. Çima gelo tine ye? Ji ber ku di dengbêjiyê de pere tineye û ti kes xwe li ber dengbêjiyê re nake. Eger pereyek di dengbêjiyê de hebûya û çiqas zehmet bûya wê gelek kesan ev huner bikira. Divê di her saziyên çandê de qûrsên dengbêjiyê bên vekirin û li ser dîroka dengbêjiyê perwerdehî bê dayîn. Ez amade me ku perwerdehiya dengbêjiyê bidim ciwanan û ez ji xwe bawerim. Tenê daxwazek min heye ew jî ev e, bila ev çanda bi qîmet neyê windakirin. Ji ber ku dengbêjî, şopa dîrokî ya jiyana Kurdî ye.”