'Dengbêjî dîrok, bîr û parastina nirxan e'

Dengbêj Mihemed Îke anî ziman ku bi saya dengbêjiyê gelê Kurd hîn jî dikare çand, huner û dîroka xwe biparêze û got: "Dengbêjî dîrok, bîr, hiş û parastina nirxan e."

Gelê Kurd çand û dîroka xwe piranî bi stran, ango awazên dengbêjiyê rave kirine. Ev awaz weke çîrokan hatine guhdarîkirin. Di heman demê de ew awaz dîroka Kurdan a ne nivîskî jî di nav xwe de girtiye. Çanda dengbêjiyê di dîroka Kurdan de wekî dîroka gotin û devkî tê zanîn. Di serdema heyî de jî ev çand didome. Di dîroka Kurdistanê de çanda dengbêjiyê ya herêma Botanê weke deryayekê bê ser û bin e û xwedî dewlemendiyek mezin e. Ji dengbêjiyê bigre heta heyranok, lawik, klamên dirûnê û terêlo vê çandê hîn jî dewlemendtir dike.

Yek ji şopdarên vê çandê Mihemed Îke ye. Dengbêj Îke li gundê Bacrîd ê bi ser Şirnexê ve di sala 1981’an ji dayik bû. Ji 8 saliya xwe ve bi rengekî bê navber klamên dengbêjiyê û heyranokan dibêje. Dengbêj Îke sala 1989'an tevî malbata xwe ji ber zext û ferzkirina cerdevaniya bi darê zorê jî nepejirandibûn û ji ber ku xwestekê dewleta dagirker bi cih neanîbûn, gundê wan ji aliyê leşkeran ve hatibû şewitandin û naçar dimînin li navenda Şirnexê bi cih bibin. Dengbêj Îke ji zarokatiya xwe de tevlî dîwanên dengbêjan bûye û timî guh dida kilaman. 

'DENGBÊJÎ DÎROKA KURDAN E'

Li gel dengbêj Mihemed Îke li zozanên Tenûna Sindyan em hatin ba hev û li ser çanda dengbêjiyê a herêma Şirnexê em axivîn. Dengbêj Îke dibêje, bi saya dengbêjiyê gelê Kurd hîn jî dikare çand, huner û dîroka xwe biparêze û wiha axivî: "Dengbêjî çanda herî kevnar a gelê Kurd e. Dîrokeke nivîskî ya gelên Kurdistanê tineye. Em Kurd bi dengbêjiyê qala dîroka xwe dikin. Bi dengbêjiyê qala lehengî, şer, çîrok, evîn û destanên xwe dikin. Dengbêjan hest û dengê Kurdan ji dîrokê ve gihandine serdema heyî. Dengbêjan wêje û dîroka Kurdan a nehatiye nivîsandin, bi deng û hunera xwe parastine û gihandine vê demê. Bi saya vegotina dengbêjan wê her demê ev çanda qedîm were jiyîn."

'JI ŞEVBIRKÊN DENGBÊJAN EM HÎNÎ DÎROKA XWE BÛN'

Îke anî ziman ku ew ji dengê bavê xwe bandor bûye û dest bi klam gotinê kiriye. Îke da zanîn ku dema ew li gund bûn her danê êvarî dîwan kom dibûn û wiha pê de çû: "Ez hîna gelek biçûk bûm û xweş tê bîra min, di saetên êvarî de tevahiya gund li dîwana dengbêjan kom dibûn û klam, çîrok û heyranok digotin. Em zarok tev li ber kûçeyan me guhdarî klaman dikir. Ji ber ku bavê min û apên min dengbêj bû min pir dixwest ez jî klaman bibêjim. Ji xwe hema bêje hemû ferdên malbata me dengbêjin. Dîwanên li gund dihatin danîn heta direngiya şevê berdewam dikir û me gelek jê sûd digirt. Di wan dîwana de em hînî dîrok û zanîstê bûn. Piştî em hatin li navenda bajêr bi cih bûn, êdî ew dîwanên berê jî neman û hêdî hêdî dawî li dîwanan hatin."

'DENGBÊJIYA BOTANÊ XWEDÎ DEWLEMENDIYEK MEZIN E'

Îke bilêv kir ku ew dengbêjî, heyranok, lawik û klamên dirûtinê dikare bibêje û wiha dom kir: "Dema ku mirov dibêje Botan, di yek carê de dengbêjî, heyranok, lawik, klamên dirûniyê û terêlo tên bîra mirovan. Botan di aliyê çand û hunerê de xwendî dewlemendiyek gelek mezine. Li ti herêmên dewlemendiyek wiha tineye. Bê guman çiqas Serhed hêlîna dengbêjiyê be Botan jî dilê dengbêjiyê ye. Di hêla dengbêjiyê de Botan weke behrek bê serî û bine.”

ARŞÎVA HUNERÎ Û DÎROKÎ

Îke destnîşan kir ku dengbêjî vegotina êş, kêfxweşî, evîn, koçberî û gelek bûyerên bi vî rengî yên bi serê Kurdan ve hatiye û ev tişt got: "Dengbêjî neynîka çanda Kurdan e. Dema ez kilam û stranên dengbêjiyê dibêjim gelek bi hestiyar dibim. Hemû gel bi çanda xwe hene. Bi çanda xwe dikare, xwe bîne ziman. Gelek bêçand nayê fikirandin. Ti gel bêçand jî nabe. Gelê Kurd jî çanda xwe bi dengbêjiyê, bi awayekî zelal raxistiye ber çavan. Dengbêjî lêgerîna jiyanê û nexşandina jiyanek nûye. Dengbêjî ji bo Kurdan weki arşivekî hunerî û dîrokî ye."