Dengbêjan li Îzmîrê kilamên xwe gotin

Li Îzmîrê bi pêşengiya Jîn Art Hunerê dengbêjan kilamên xwe gotin.

Jîn Art Hunerê li semta Basmane ya navçeya Konak a Îzmîrê, li Dêra Azîz Vûkolosê konsereke dengbêjiyê li dar xist. Di konserê de Kerîmê Jîrkî, Mesûd Gever, Adıl Bêrtî, Mele Seyîtxan, Ridvanê Fafî û Eylul Nazlier derketin ser dikê. Hêwana konserê tije bû û ji ber cih di hêwanê de nema gelek kes li ser pêyan man. Parlementera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk jî beşdarî konserê bû. 
 
Di destpêka konserê de hunermend Mesûd Gever axivî. Gever bal kişand ser girîngiya dengbêjiyê û got ku di veguhastina dîroka kurdan de çanda dengbêjiyê xwedî roleke girîng e û ji bo xurtkirina vê çandê divê her kes xwedî lê derkeve.