DCN biryara girtina Netanyahû û Gallant da

Ji ber sûcên li Xezeyê kirin, Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) biryara girtina Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû û Wezîrê Parastinê yê berê Yoav Gallant da.

Bi hinceta ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de 'sûcên li dijî mirovahiyê' û 'sûcên şer' hatine kirin, Dadgeha Ceza ya Navneteweyî biryara girtina Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû û Wezîrê Parastinê yê berê Yoav Gallant da.

Di daxuyaniya DCN de hate ragihandin ku birçîhiştina ku ji aliyê Netanyahû û Gallant ve hatiye kirin weke rêbazeke şer hatiye bikaranîn. Her wiha kuştin, zilm û kiryarên din ên li dijî mirovahiyê hatin bibîrxistin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku birçîhiştin sûcê şer e.

Dadgeha Ceza ya Navneteweyî biryara girtina yek ji rêveberên Hamasê El Masrî jî da.