Daneyên fermî: Hejmara miriyên li Fîlîpînan 5000 derbas kir

Daneyên fermî: Hejmara miriyên li Fîlîpînan 5000 derbas kir

Li gorî daneyên fermî yên dewletê, hejmara kesên li Fîlîpînan ji ber bagera Haiyan jiyana xwe ji dest dan, 5 hezar derbas kir. 

Du hefte li dû bagera Haiyan a beşek mezin a Fîlîpînan serûbin kir, ziyana derketiye holê zelaltir dibe. Berdevkê Saziya Parastina ji Karesatê Reynaldo Balîdo da xuyakirin ku hejmara kesên ji ber bagerê jiyana xwe ji dest dan, ji 4015'an derketiye 5209 kesan. Lê belê tê gotin hejmara rastîn 10 hezar derbas kiriye. 

Hat ragihandin, 1600 kes jî hînê winda ne.

Bagera Haiyan, ku di 7'ê Mijdarê roja Înê li Fîlîpînan xistibû, bi dijwariya xwe ya saetê 314 kîlometreyan, beşeke mezin a welat serûbin kir. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî 13 mîlyon mirov ketin bin bandora bagerê.