DAIŞ malên Kurdan wek navendên leşkerî bikar tîne
DAIŞ malên Kurdan wek navendên leşkerî bikar tîne
DAIŞ malên Kurdan wek navendên leşkerî bikar tîne
Li devera çerxeriya taxa Biêdîn a bajarê Helebê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) dest danî ser gelek malên Kurdan û ji xwe re wek navendên leşkerî bi kar tînin. Li aliyê din balafirên rêjîma Baasê taxa Miyeser bombebaran kir. De encamê de bi dehan ji welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hate ragihandin ku DAIŞ'ê 3 endamên Xurebai El-Şam li taxa Şêx Xidir a Helebê bidarve kirin.
Komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) êrîşî malên Kurdan ên li ser çerxeriya taxa Biêdînê ya bajarê Helebê kirin û ji xwe re kirin navendên leşkerî. Ji malên ku DAIŞ'ê dest danîne ser mala welatiyê bi navê E. Ş. ye.
Li aliyê din di bombebarana balafirên rêjîmê ya li ser taxa Miyeser a Helebê ya ku çekdarên opozîsiyonê têde bi cih bûne de bi dehan ji welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Her wiha gelek taxên din wekî Qatircî û derdora nexweşxaneya El-Kindî û şarê Senayî Şêx Necar, ji aliyê balafirên rêjîmê ve hate bombebaran kirin.
Li taxa Şêx Seîd jî pevçûnên giran di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsiyonê de rûdan. Li gorî agahiyan hate ragihandin ku gelek kuştî ji herdu aliyan derketin.
Li gorî çavkaniyên ji taxa Şêx Xidir ragihandin ku di 6'ê kanûna 2013'an de DAIŞ'ê 3 endamên Xurebai El-Şam 2 ji wan bi diziyê hatibûn tewanbarkirin û yê 3'yemîn jî bi navê Ehmed Hesen 23 salî ye ku ji hêzên rêjîmê veqetîbû bi hinceta hevkariya rêjîmê kiriye, hatin bidarvekirin.
Li derdora nexweşxaneya El-Kindî jî ev bû hefteyek şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsiyonê de berdewamin.