DAIŞ'ê gefa komkujiyê li Ewropayê xwar
DAIŞ'ê gefa komkujiyê li Ewropayê xwar
DAIŞ'ê gefa komkujiyê li Ewropayê xwar
Di malpereke propagandayê ya înternetê de, ku tê gotin a çeteyên DAIŞ'ê ye banga çalakiyên şîdetê li dijî welatiyên sivîl ên welatên rojavayî tê kirin. Di kovara înternetê ya ji 56 rûpelan de ku hînê zelal nebûye ka ya DAIŞ'ê ye yan na, tê xwestin ku li Bakurê Amerîka, Ewropa û Awûstûralyayê komkujî bên kirin.
Di daxuyaniya ku tê texmînkirin li ser navê DAIŞ'ê hatiye kirin de tê gotin, "Di vê dema ku li dijî Dewleta Îslamê seferên Xaçê dewam dike de, girîng e li hemberî welatên di nava tifaqa li dijî Dewleta Îslamê de êrîş bên kirin. Bi taybetî DYA, Brîtanya mezin, Fransa, Awûstûralya û Elmanya. Li gel vê yekê, welaiyên van welatên Xaçî, li ku derê bên dîtin divê êrîş bê kirin."
Di daxuyaniya propagandayê de ku bi giştî bangên komkujiyê tê kirin gotina "Divê her Misilman ji mala xwe derkeve, yekî/e Xaçî bibîne û bikuje" tê bikaranîn. Di daxuyaniyê de tê gotin ku divê cînayetên bên kirin bi eledanîna bi DAIŞ'ê re were kirin, naxwe medya rojava wê van cînayetan weke 'rasthatinê' nîşan bide.
Rojnameya Die Welt a Elman ragihand ku nehatiye zelakirin ku kovara propaganda ya di înternetê de ya DAIŞ'ê ye yan na. Rojnameyê îdîa kir ku di destê rayedarên ewlekariyê yên Elman de di vî warî de agahî nîne.
Barbarên DAIŞ'ê di daxuyaniyeke meha derbasbûyî de banga êrîên terorê li hemberî welatên rojavayî kiribûn. Ji berdevkên fermî yên DAIŞ'ê Ebû Mûhammed El Adnanî daxuyanî dabû û gotibû, "Hûn ê di odeya xwe ya razanê de jî ne ewle bin."
Lê belê di serî de Ewropa meqamên ewlekariyê yên welatên rojavayî bawer nakin ku xeteriyeke cidî ya êrîşê hebe. Di daxuyaniya Daîreya Krîmînal a Federal a Elman (BKA) de hat ragihandin ku êrîşa DAIŞ'ê ya li welatê wan dibetiyeke nedîtbar e