DAIŞ'ê bajaroka Etma xist dest

DAIŞ'ê bajaroka Etma xist dest

Komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) bajaroka Etma a girêdayî Îdlibê xist destê xwe.

Li gorî ajansa Reutrsê komên çekdar ên DAIŞ'ê êrîşî bajaroka Etma ya Idlibê kirine û bajar bi temamî xistine bin destê xwe. Hate gotin ku çekdarên DAIŞ'ê bendên kontrolê li ser riyan danîn û fermandarên Tabûra Siqûr El-Islam Mistefa Wedah û 20 endamên wî girtin û bera endamên din dan.

Hate gotin ku di navbera endamên DAIŞ'ê û endamên Tabûra Siqûr El-Islam de pevçûnên demî derketne û piştre bajar ket destê DAIŞ'ê. Çavkaniyên herêmê destnîşankirin ku DAIŞ'ê çekên li dijî balafiran li herêmê bi cihkirin. Heman çavkanî da zanîn ku Tirkiyê mîna hemû caran sînorê xwe ji endamên DAIŞ'ê re vekiribûn.