Dagirkeran gundewarên Minbicê didin ber topan

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe gundên Um Edesê û Farat ên gundewarên bakurê Minbicê didin ber topan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker vê êvarê gundên Um Edesê û Farat yên gundewarên bakurê Minbicê didin ber topan.

Heta niha gelek top li wan gundan ketine lê agahiyên derbarê ziyanan nehatine bidestxistin.