DÎSA-DER li gel zext û zordariyê jî sê meh li pey xwe hişt

Van DÎSA-DER ku piştî girtina Kurdî-Derê Cotmeha 2018'an vebû, li gel zextên dewleta Tirk karê xwe didomîne.

Piştî ku Rewşa Awarte hate rakirin, nivîskar û aktîvîstên li Wanê beriya sê mehan Komeleya Lêkolînên Çand Huner û Ziman (DÎSA-DER) ava kirin û dest bi karên li ser zimanê Kurdî kirin. Lê belê hîn di hefteya destpêkê de li dijî DÎSA-DER'ê operasyon hate kirin û rêveberên wê hatin girtin. Komele, tevî zext û astengiyan jî karê xwe didomîne. Li gel karên li ser Kurdî, Farsî, Îngilîzî û gelek zimanên din, gelek atolyeyên kar, komên xwendinê û atolyeyên wêjeyê vekiriye. Bi vî rengî giraniyê dide ser karên çand û hunerî.

Hevserokê DÎSA-DER'ê Salîh Sertkal bi bîr xist, di dema Rewşa Awarte de ji bilî ders û qursên bi zimanên Îngilîzî û Erebî, saziyên ku bi zimanên cuda perwerde didan hemû hatin girtin. Sertkal diyar kir, piştî Rewşa Awarte nivîskar û aktîvîstên beriya niha li ser zimanê Kurdî xebitîne li hev civiyan û DÎSA-DER ava kirin. Sertkal diyar kir, sê meh in ew bê navber karê xwe dikin.

ATOLYEYÊN ÇAR ZIMANAN

Sertkal anî ziman, atolyeyên wan ên çar zimanan hene û esnaf, karmend, parêzer, endezyar, doktor û xwendekarên zanîngehê jî tevlî atolyeyan dibin. Sertkal got, dawiya hefteyê jî ji bo zarokên 10-14 salî du atolyeyên wan kar dikin û diyar kir, piştî ku betlaneya nîvê salê ya perwerdeyê diqede, ji bo xwendekarên zanîngehê du atolyeyên nû yên Kurdî vedibin.

WÊJEYA KURDÎ

Sertkal 'Komên Xwendinê' û 'Atolyeya Wêjeyê' jî bi bîr xist û diyar kir, ji komên pîşeyî yên li bajêr heta rêxistinên civakî yên sivîl, gelek kes di mijara Kurdî de daxwazê ji wan dikin. Sertkal got, hînbûna Kurdî karê komên pîşeyî jî hêsan dike.