Coppola 'mêrantiyê' têk dibe

Derhêner Sofîa Coppala, piştî 4 salan bi fîlmê 'The Begûîled'ê li Cannesê ye. Coppola qala daxwaza jinûve bidestxistina desthilatdariyê ya mêrekî li derveyî şer maye, dike.

Derhêner Sofîa Coppala, piştî 4 salan bi fîlmê 'The Begûîled'ê li Cannesê ye. Coppola qala daxwaza jinûve bidestxistina desthilatdariyê ya mêrekî li derveyî şer maye, dike.

Sofîa Coppola yek ji 3 derhênerên jin e, ku di 70. Festîvala Fîlman a Navneteweyî de ji bo wergirtina xelatê 'Palmiya Zêrîn' li ber xwe didin. Coppola di fîlmê 'The Begûîled'ê de, ku bi kadroyeke xurt kişandiye, qala çîrokek şerê navxweyî yê Amerîkayê dike.

Keça yek ji hostayên sînemaya cîhanê Francîs Ford Coppolla, Sofîa Coppala, ku heta niha xwedî berhemên bi navê 'The Vîrgîn Sûîcîdes', 'Lost în Translatîon' û 'Marîe Antoînette' ye, piştî 4 salan bi fîlmê bi navê 'The Begûîled' dixwaze 'Xelata Palmiya Zêrîn' bi dest bixe. Di vî fîlmî de, ku qala bûyereke dîrokê dike, Nîcole Kîdman û Colîn Farrell rola sereke dilîzin.

Di fîlm de, çîroka leşkerekî di şerê navxweyî yê Amerîka de birîndar bû dike, ku ev leşker ji bakur ve tê û ji aliyê keçeke biçûk ve li daristanekê tê dîtin. Piştre wî dibin dibistana keçan û jin wî li vê derê tedawî dikin. Fîlmê ku li qadeke teng hatiye kişandin, 1.36 deqeyan dewam dike.

Leşker Colîn Farrell (John McBûrney) tevî ku jinan birîna wî pêçand, bi çavekî nebaş li wan dinere û dixwaze bi wan hemûyan re be. Leşker John McBûrney dixwaze bi carekê ve bi sê jinan re têkiliyê bijî. Lê ev daxwaza wî di heman demê de dibe dawiya wî. Leşkerê ku birîna wî ber bi başbûnê ve diçe, ji ber van daxwazên xwe ji pêlikan dikeve xwarê û birîna li lingê wî careke din vedibe. Ji ber nebaşbûna birînê, neçar dimînin lingê wî jê bikin. John McBûrney ku nikare xwe li vê rewşê rabigire, dest bi derxistina krîz û kaosê dike. Jin jî ji neçarî jehrê dixin nava xwarina wî û John McBûrney dimire.