Ciwanên Kurd wê di mîhrîcana Mazlum Dogan de bên gel hevdu

Ciwanên Kurd wê di mîhrîcana Mazlum Dogan de bên gel hevdu

Ciwanên Kurd ên li Ewropa dijîn, xwe ji 16’emîn Mîhrîcana  Mazlum Dogan a Ciwan Çand û Sporê re amade dikin. Mîhrîcana îsal bi şîara  “Ciwan di şopa Şehîd Ronahî de wê bibin pêşengê demokrasî û azadiyê” tê amadekirin. Mîhrîcana ku wê Tîrmeha derbasbûyî li bajarê Lîege yê Belçîkayê hatiba lidarxistin hatibû astengkirin. Komîteya Amadekar a derbarê amadekariyên mîhrîcanê de daxuyaniyek da hewldana dewletên Ewropî ya astengkirina mîhrîcanê şermezar kir û bang li ciwanan kir da ku werin qada mîhrîcanê.

Ciwanên Kurd ên li Ewropa dijîn, 17’ê Tebaxê roja Şemiyê, wê li Parc du Cinquantenaire ya Brukselê ji bo 16’emîn Mîhrîcana Ciwan, Çand û Sporê ya Mazlum Dogan bên gel hevdu. Komîteya Amedekar a derbarê amadekariyên mîhrîcanê de daxuyaniyek da, hewldanên dewletên Ewropî yên astengkirina mîhrîcanê şermezar kirin. Komîteyê bang kir da ku pêkutiyên antî-demokratîk ên dewletên Ewropî li dijî ciwanên Kurd pêk tînin werin şermezarkirin û bi tevlîbûneke zêde beşdarî Mîhrîcana Mazlum Dogan bibin.  

Komîteya Amadekar da xuyakirin Mîhrîcana Mazlum Dogan ji nû ve xwegihandina nirxên ku tê xwestin ji cewhera wê bê derxistin e û îdiaya jiyandina wê ye û wiha berdewam kir: “Ev mîhrîcana ku me diyarî sê hevalên me yên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin kiriye, di pêvajoya derbasbûyî de xwedî girîngiyeke mezin e. Em bang li tevayî ciwanên xwe dikin da ku bi ruhê berxwedana 15’ê Tebaxê beşdarî Mîhrîcana Mazlum Dogan a em li Bruksel li dar dixin bibin.

Wê di Mîhrîcanê de pêşbirkên, futbol, voleybol û pîngpong bên lidarxistin. Her wiha Koma Siyabend, Erdogan Emîr, Koma Venge Dur, Rotînda, Bêrîtan, Rêzan û Rodî wê derkevin ser dikê. 

Wê mîhrîcan 17’ê Tebaxê roja Şemiyê saet 10:00’an li Parc du Cinquantenaire, 1000 Bruxelles destpê bike.