Çira Tv bernameya korsan zelal kir

Çira Tv bernameya korsan zelal kir

Çira Tv a ku li ser Kurdên Êzîdî weşanê dike ragehand ku xebatkarekî wan ji dervey agahiyên zagonên weşanê bi şêweyekî korsanwarî bernameyek weşandiye.
Di daxuyaniya ku li ser navê Saziya Rêveber a ÇIRA TV hate kirin de xebatkarekî ku di televizyona wan de di xebite di dîroka 02.12.2013’an de bi şeklekî binpêkirina pîvanên prosûdûra weşanê li ser rêveberên xwe yên weşanê tiştên ne rast weşandine. Televizyona Êzidiyan bangewaziya hişariyê kir.
Xebatkarekî wan yê ku li ser mijara nirx û baweriya Êzidayan bernameyan di weşîne hewildaye ku bi vê rêyê li ser rêveberiya televizyonê tewanbariyên bê bingeh û ne rast weşandiye û wiha got:
“Di vê bernameya ku bi şeklekî korsanwarî hatiye weşandin hewildaye ku Cemaeta Televizyona me a Êzîdî ji Şêxadî dûr bixin. Di bernameya ku qala gotinê ye hewilhatiye dayîn ku nirxê Êzîdî yên hinek hevalê me, maf û çanda ji holê rabikin, serlêdana bi karanîna tiştên ne rast kiriye.

 Li ser vê yekê hinek derdorên ku li dijî polîtîkaya weşana televizyona me di nava kiryarên dijminane de ne û ji vê yekê re bûne pergal û dest bi kampanya reşkirinê kirine. Van derdoran ev bernameye di malperên civakî de weşandine û dest bi propagandeyekî reşkirinê kirine. Ev hemû li dijî televizyona me hewildanên reşkirinê ne.
Yê ku ev bername çêkiriye û yên ku di malperên civakî de weşandine jî xizmeta heman tiştê dikin û hewildane ku nirxên civaka me a Êzîdî bixînin û nerazîbûna wan çêbikin.
Çira TV di çerçeveya bawerî, çand û felsefeya jiyanê a Êzidiyan de weşanê dike. Televizyona me cejnên me, cihên me yên pîroz, ramanên kesayetên pêşeng yên Êzidiyan di weşîne û cih dide pirsgirêkên civaka me û di vê çerçeveyê de bernameyan di weşîne.”
Di berdewama daxuyaniya ku dibêje hemû kes dizane Êzîdî ne Êzîdiyên berê ne wiha dibêje: “Em li dijî yên ku li hemberî weşana televizyona me ev koploye kirine li dijî tişta ku xwestine bikin, emê polîtikaya xwe a weşanê berdewam bikîn.”
Saziya Rêveber a Çira TV diyar kir ku li ser vê mijarê wan lêpirsîn daye destpê kirin û diyar kirin ku yên li pişt vê êrişa li dijî televizyona wan wê derbixînin holê. Di dawiya daxuyaniya Çira TV de bangewaziya temaşevan hîn zêde vexwendine pêş temaşekirina televizyona wan û xwestin ku li nirxên Êzîdîtiyê xwedî derbikevin.