Çînê bi "rokêtên baranê" çare ji germahiyê re dît!
Çînê bi "rokêtên baranê" çare ji germahiyê re dît!
Çînê bi "rokêtên baranê" çare ji germahiyê re dît!
Çîn ku li gelek herêman di nava lepê germa zêde de ye, li bajarekî xwe ji bo baranê bibarîne 7 rokêtên bi madeyên kîmyewî firand.
Li gorî agahiyên di çapemeniya Çînê de hatin weşandin, rokêt li bajarê Hangzhou yê nêzî Shanghai hatin firandin. Li gorî meteorologan "rokêtên baranê" rê li ber barana 5,4 mîlîmetreyî vekiriye. Rewşa germanihiya li bajêr jî 1,5 saetan bi 10 pileyan daket.
Shanghaî û derdora wê, Tîrmeha herî germ a 140 salan dijî. Li bajarê bendavê, di rojên derbasbûyî de 40,6 pile germahiya herî bilind hatibû pîvandin. Li herêmê, ji ber germê heta niha bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.