Çeteyên DAIŞ'ê 3 kes li ber çavan kuştin

Çeteyên DAIŞ'ê 3 kes li ber çavan kuştin

Komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) li herêma Helebê 2 endamên Artêşa Azad û kesekî sivîl li ber çavan kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê bidest ketine, çeteyên girêdayî DAIŞ'ê îro di saetên piştî nîvro de li ser çerxerêya taxa Henano 2 endamên Artêşa Azad û sivîlek kuştin. Hate diyarkirin ku herdu endamên Artêşa Azad tirkmenên bi navê Mistefa Cefeer û Mihemed Oso yên girêdayî tabûra Sultan Fatih in. Her wiha kesê sivîl ji herêma Bab Elêmûn a Helebê ku navê wî nehate zanîn.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku endamên DAIŞ'ê herdu endamên Artêşa Azad bi behaneya ku destdirêjiya keçekê kirine û kesê sivîl jî bi hinceta ku dizî kiriye kuştine. Çavkaniyan diyar kirin ku kuştin li ber çavên welatiyan bi guleyan pêk hatiye.