Çeteyan li Cerablusê êrîşî malên sivîlan kir

Çeteyan li Cerablusê êrîşî malên sivîlan kir

 Çeteyên komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) li bajaroka Cerablus a Helebê êrîşa mala 2 welatiyan kirin û piştre bi dozeran ruxandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin komên çekdar ên DAIŞ li bajaroka Cerablus a Helebê mala welatiyê bi navê Ebdulsetar El-Cardir ku fermandarekî Artêşa Azad bû û Yihya Çawîş ruxandin. Hate hîn bûn ku çeteyên DAIŞ’ê piştî ku mal talan kirine, bi bildozeran ruxandine. Şahidên bûyerê dan zanîn ku komên çete mal valakirine û heta derî û pencereyan ji ber xistine û dizîne. Çeteyan dema xanî rûxandine balkêşe dûrişmeyên ‘‘Elah û Ekber’’ berz kirine.

Heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê li her derê bajaroka Cerablusê belav bûne û welatiyên bajêr di nava tirs û xofê de jiyan dikin.