Cenazeyê Şehnaz Hesen ber bi Qamişlo ve hat birêkirin

Cenazeyê Şehnaz Hesen ber bi Qamişlo ve hat birêkirin

Gaziya Kurdistanê Şehnaz Hesen a dema li nexweşxaneya Essen a Elmanya tedawî didît jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê ber bi Rojavayê Kurdistan bajarê Qamişlo ve hat birêkirin. Di axaftinên merasîmê de kesayeta têkoşer a Şehnaz hat vegotin.

Şehnaz Hesen ku di temenekî biçûk de tevlî nav refên PKK’ê bibû di sala 1995’an de di encamake şerekî de ku birîndar bû ji bo tedawiyê hatibû Elmanyayê. Hesen ku salên dirêj e, li Essen dijî li nexweşxaneya Marîenhospîtal a tedawî lê didît roja çarşemê bi şev jiyana xwe ji dest da. Ji bo Şehnaz Hesen îro li Essen merasîmeke oxurkirinê hat lidarxistin û cenazeyê Hesen ji bo bigihîje Qamişlo wê ber bi Amedê ve bê şandin.   

 ‘DIVÊ EM GIRÊDAYÎ ŞEHÎDÊN XWE BIN’

Di merasîma ku ji aliyê Komeleya Piştevaniyê ya Kurd Elman a Essen hat organîzekirin de, merasîma oxurkirinê li Mizgefta Saîdî Nursî pêk hat. Ferdên malbatê, Hevseroka  YEK-KOM’ê Yuksel Koç, Gaziyên Têkoşîna Azadiyê, rayedarên PYD’ê û ligel gelek nûnerên sazî û dezgehan Kurdên ku li Essenê jî beşdarî merasîmê bûn. Cenazeyê Şehnaz Hesen ji morga nexweşxaneyê hat wergirtin û jinên Kurd li ser milên xwe cenaze anîn hewşa mizgeftê. Li mizgeftê piştî merasîma olî, merasîma fermî destpê kir. Di merasîma ku jiyan û kesayeta têkoşer a Hesen hat vegotin de nûnerên partî, sazî û dezgehên Kurdan axivîn. Şevîn Nûda ku li ser navê Tevgera Jin a Kurd a Ewropa axivî got, “Serê me hemûyan sax be. Şehnaz di temenekî biçûk de doza Kurdistan nas kiriye û jiyana wê bi têkoşînê derbas bûye. Dilsoziya bi şehîdan re xwedîderketina bi bîranîna wan re ye.”  

Li ser navê Komeleya Malbatên Mexdûr û Wendayan (KOMAW e.V)  Omar Alî jî wiha axivî. "Şehîdên me hebûnên me yên herî bi qîmet in. Xwedîderketina li şehîdan xwedîderketina li Kurdistanê ye. serê me hemûyan sax be.”

'WÊ HÊZÊN PARASTINA GEL ŞEHNAZ PÊŞWAZÎ BIKIN’

Nûnerê PYD’ê  Zuhat Kobanî jî wiha got, “Dema ku Şehnaz ji Qamişlo derket bajar di destê dagirkeran de bû. Niha jî ala ku Şehnaz hildigirt bilind dibe.”

Kobanî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em te dişînin xakên azad. Em te dişînin Amedê û ji wir jî Rojava. Wê li wir Hêzên Parastina Gel te pêşwazî bikin. Tê bigihêje xakên tu bi hesreta wan bû."

Piştî axaftinan dirûşmayên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin gotin.

Wê cenazeyê Şehnaz Hesen îşev ji Balafirgeha Koln-Bonn destpêkê ber bi Stenbolê ve bê birêkirin û wê cenaze ji wir jî ber bi Amedê ve bê şandin. Wê cenazeyê sibê saet 14.30’an li Amedê bi awayekî girseyî were pêşwazîkirin. Cenazeyê Şehnaz Hesen,  ji Amedê jî bi ambulansê ber bi Nisêbînê û ji wir jî derbasî Qamişlo bê kirin. Tê payîn cenazeyê Şehnaz Hesen ber bi êvarî ve bigihêje Qamişlo.