Bûrma ket bin bandora baranên Mûsonê

Bûrma ket bin bandora baranên Mûsonê

Li Bûrmayê, 25 hezar kesên di bin xeteriya lehiyê de bûn, hatin veguhestin. Barana dijwar a di rojên dawî de bê navber dibare, bandor li welatê cîranê Bûrma Taylandê jî kir. Li 7 herêmên Bûrmayê ji ber baranê lehî rabû û ji roja Duşemê û vir ve 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber barana dijwar, asta avê ya li Eyaleta Karenê gelekî bilind bû. Şêniyên li vê eyaletê yên ji ber bilindbûna avê cih û warên xwe terikandin, neçar man li 80 kampan bên bicihkirin.

Rayedaran dan xuyakirin ku wan hînê xwe negihandine gelek herêman. Heta niha ji ber lehiyê 24 hezar û 499 kes hatine veguhestin. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê jî ji ber şemitîna erd û rewşa nebaş a hewayê, bi zehmetî tên meşandin.

Hêjayî gotinê ye, baranên mûsonê bandoreke neyînî li vê herêma cîhanê dikin. Li sala 2011'an de li taylandê ji ber barana dijwar beşeke mezin a welêt bi mehan di binê avê de mabû û bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dabûn.