Brahmî hat veşartin
Brahmî hat veşartin
Brahmî hat veşartin
Cenazeyê parlamenterê mûxalefeta çepgir Mûhammed Brahmî yê roja Pêncşemê li ber mala xwe hat kuştin, ji aliyê girseyeke bi hêrs û xemgîn ve hat veşartin. Leşkerên Tûnisî jî li pêşberî Brahmî silav dan.
Li dû bûyera kuştinê ya li gelemperiya welêt rê li ber pêleke hêrsê vekiriye, cenazeyê endamê Meclîsa Damezrîner ê Çepgir Mûhammed Brahmî îro hat veşartin. Darbesta Brahmî ya bi ala netewî ya sor û spî hatibû pêçandin, bi eskorta leşkeran ji mala xwe ya li paytext saet di 11.00'an de hat wergirtin û birin Goristana El-Jellaz. Girseya gel a ji hezaran welatiyan, ji Kolana Habîb Bûrkîba derbas bû. Di merasîmê de xizm û hevalên Brahmî amade bûn û li ser daxwaza malbatê, ji partiya Ennahda kes beşdar nebû.
HIKÛMETÊ NAVÊ 14 "ÎSLAMIYÊN RADÎKAL" WEŞAND
Merasîm di bin tedbîrên bilind ên ewlekariyê de pêk hat. Li gelemperiya welêt jî tengezarî di asta herî bilind de ye. Malbata Brahmî ji kuştinê hikûmetê berpirsyar digire. Rayedarên hikûmetê jî dan xuyakirin ku kujerê Brahmî û Şukru Belayîd ê di meha Sibatê de hat kuştin, heman kes e û ew li kesekî Îslamî yê radîkal digerin. Li gorî rayedaran, Belayîd û Brahmî bi heman çekê hatine kuştin. Rayedarên dewletê sûcdariyên der heqê bûyerê red dikin û weke berpirsyar jî gumanbarê sereke Bûbaker Hakîm nîşan didin. Hat îdîa kirin ku Hakîm nêzî Ensar Aşarîa ya ser bi El Qaîdeyê ye. Hikûmetê, navê 14 kesên Îslamiyên radîkal ên tevlî bûyerê bûn, roja Înê eşkere kir. Tevî Hakîm li 7 kesên din jî dgerin. Yên mayî, hatine girtin.
ÇALAKGEREK HAT KUŞTIN
Di vê navberê de endamên partî û organîzasyonên çep û rêxistinên civakî yên sivîl li ber Meclîsa Damezrîner çalakiyek lidar xistin, bûyera kuştina Brahmî protesto kirin û xwestin meclîs fesih bibe.
Endamê Koalîsyona partiyên çepgir ku Brahmî endamê wê bû Eniya Hal Mûhammed Muftî yê 45 salî, di xwepêşandana şeva Înê de ji ber destwerdana tund a polîsan bi giranî birîndar bû û jiyana xwe ji dest da.
Piştî ku Mûhammed Brahmî roja 25'ê Tîrmehê li ber mala xwe bi 14 fîşekan hat kuştin, roja 26'ê Tîrmehê li gelemperiya welêt grêva giştî pêk aht. Balafir ranebûn. Sendîkaya UGTT, piştî raperîna sala 2011'an û bûyera kuştina Şukru Belayîd, li dû kuştina Brahmî grêva sêyemîn a giştî ya siyasî pêk anî.
Di çalakiyên rojên Pêncşem û Înê de gelek buroyên partiya deshilatdar Ennahda û avahiyên fermî hatin şewitandin.
42 PARLAMENTERAN XWE VEKIŞANDIN
Roja Înê di derengiya şevê de 42 parlamenterên muxalefetê dan diyarkirin ku bi daxwaza feshkirina Meclîsa Damezirandinê û hukûmet bikeve xwe paşde kişandine. Di civîna ku di derengiya şevê de hat lidarxistin de Khemaîes Ksîla, da xuyakirin ku ev merheleya yekemîn e ji bo feshkirina Meclîsa Damezirîner çûna hukûmetê.
Her 42 parlamenter di nav “Ji bo Tunusê Yekîtî” ya li derdora Partiya Nîdaa Tunes a ji gelek partiyan pêk tê de cih digirin. Ev parlamenter di heman demê de endamên Eniya Gel û “Tifaqa demokratîk” a çepgir in jî.
Rêveberê Partiya El Cumhurî pêşniyara kir ku nivîsandina destûra bingehîn teslîmî komîteyeke ji pisporan pêk tê were kirin û di heman demê de “Hukûmeta Selameta Neteweyî” were avakirin. Parlamenteran îstîfa nekirin lê belê kar û barên Meclîsa Damezirîner boykot dikin.