Borak: Em ji civakê qut nikarin hunerê bikin

Stranbêj Aysel Borak got, ''Şer heye û em li nav civaka Kurd in. Ne pêkan e ku em ji civakê qut hunerê bikin.''

Aysel Borak ku bi Kurdî stranbêjiyê dike diyar kir çavnebariya li Kurdî didome û got, ''Berê muzîka Kurdî tine dihate hesibandin, qedexekirin lê niha muzîkên Kurdî diqulibînin ser îlahiyan.''

Borak têkilî bandora siyasetê ya li ser hunerê got, ''Tevahiya polîtîkayê baş nebaş bandorê li ser hunerê dike. Li cografyaya ku em lê dijîn ev bêhtir e. Şer heye û em li nav civaka Kurd in. Ne pêkan e ku em ji civakê qut hunerê bikin.''

Li ser nêzîkatiya dewletê ya li muzîka Kurdî Borak got, ''Dewlet li dijî wan Kurdan e ku asîmîle nebuna. Çavnebariyê li hunera Kurdan dike. Berê li şaredariyên me festîval hebûn û li van festîvalan em û gel digihaştina hev. Li saziyên hunerê yên şaredariyan me xebat dikirin. Niha dest li ser van hatiye danîn û girtin. Bi hinceta ku muzîka Kurdî kirine gelek hevalên me hatine girtin. Stranên Kurdî asîmîle dikin, dikin Tirkî û ev hê jî didome. Stranên me yên herî navdar jî dikin îlahî. Berê dikirin 'turku' niha dikin îlahî.