Biryara Danîmarka li Hamburg hat protestokirin

Biryara Danîmarka li Hamburg hat protestokirin

Ji aliyê dewleta Danîmarkayê ve betalkirina lîsansa Roj TV, NÛÇE TV û MMC û cezayê pereyan yê li wan hatiye birîn li bajarê Hamburg ê Elmanya bi çalakiyekê hat protestokirin.

Di çalakiya ku duh piştî nîvro li ber Sefaretxaneya Danîmarka ya li Hamburgê pêk hat endamên Komeleya Kurd-Elman a Hamburg beşdar bûn û AGIF û ADHK jî piştgirî dan çalakiyê.

Çalakvanan li ber sefarexaneyê pankarta “Danîmarka destê xwe ji ROJ TV bikişîne” ku vekiribûn, çelenga reş danîn ber sefaretxaneyê.

Li ser navê çalakvanan heyetekê der barê mijarê de dosyayek da rayedarê sefaretxaneyê Jytte Haken.

Çalakî bi dirûşmayên “Destên dirêjî Roj TV bibin bila bişkin”, “Roj TV ne bêxwedî ye” bi dawî bû.