Biryara Dadgeha Kopenhag li Zurichê hat protestokirin
Biryara Dadgeha Kopenhag li Zurichê hat protestokirin
Biryara Dadgeha Kopenhag li Zurichê hat protestokirin
Biryara Dadgeha Eyaleta Kopenhag a Danimarka ya der barê Nûçe TV, MMC û Roj TV de ku lîsansa wan betal kir li bajarê Zurich ê Swîsre hat protestokirin.
Li bajarê Zurich ê Swîsre li ber Sefaretxaneya Danîmarka biryara betalkirina lîsansa weşanê ya Nûçe TV, MMC û ROJ TV hat protestokirin. Nêzî 150 kes beşdarî çalakiya protestokirinê bûn.
Li ser navê girseya ku çalakî li dar dixist heyetek bi rayedarên Sefaretxaneya Danîmarkayê re hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê hat ziman ku biryara dadgeha Danîmarkî hatiye şermezarkirin û rayedarên sefaretxaneyê jî, dan xuyakirin ku agahiya wan ji biryarê nîn e û wê daxwazan ragihînin wezaretê. Heyeta Kurd jî, destnîşankirin ku beriya çend saetan ew biryar hatiye dayîn. Û peyama wê çalakiyên me bidomin jî dan.