Biryara avakirina koloniyên nû yên Îsraîlê rastî nerazîbûnan hat

Biryara avakirina koloniyên nû yên Îsraîlê rastî nerazîbûnan hat

Hevdîtinên aştiyê yên navbera Îsraîl û Fîlîstînê wê roja Çarşemê dewam bikin. Rayedarên Îsraîlî dan xuyakirin ku herî dereng heta sibê wê 26 girtiyên beriya sala 1992'an hatin girtin serbest bên berdan. Lê belê ji aliyê din ve hikûmeta Îsraîlê biryar da ku li ser axa dagir kiriye, koloniyên nû ava bike. Raya giştî ya navnetewî jî di wê baweriyê de ye ku ev biryara Îsraîlê wê bandoreke nebaş li hevdîtinan bike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû da xuyakirin ku Desteya Wezîran di civîna xwe ya roja Yekşemê de erê kiriye ku 26 girtî serbest werin berdan. Netanyahû her weha ragihand ku wê li axên hatiye dagirkirin, koloniyên nû bên avakirin.

Îsraîlê dabû xuyakirin ku li gorî rêveçûna hevdîtinên aştiyê, wê heta dawiya vê salê 140 girtiyên beriya hevdîtinên Osloyê yên sala 1992'an hatibûn girtin, serbest bên berdan.

Hevdîtinên aştiyê yên navbera Îsraîl û Fîlîstînê, piştî sê salan li paytexta DYE Washingtonê di dawiya meh Tîrmehê de destpê kirin. Hevdîtin wê li Qûdis, Jericho û Şerîa Rojava dewam bikin. 

Serkêşê danûstandinan ê Fîlîstînî Saeb Erakat der heqê hevdîtinan de got, "Hêvîdarim wê maddeyên me li ser biryar dane, bikevin meriyetê. Serbestberdana 104 girtiyan jî yek ji van maddeyan e. Peyman gelekî zelal e. Binpêkirinek di vî warî de, wê bê wateya rawestandina hevdîtinan."

Girtiyên ku wê herî dereng heta sibê bên berdan, tê îdîa kirin ku bi sedema bi Îsraîlê re xebitîne Îsraîlî û Fîlîstînî kuştine. Piştî ku Îsraîlê ji raya giştî re îlan kir ku ewê koloniyên nû ava bike, daxuyaniyên li ser serbestberdana girtiyan û hevdîtinên aştiyê, lawaz kir.

Tê payîn, koloniyên Îsraîlê li Şerîa Rojava û Rojhilatê Qûdisê bên avakirin. Yek ji nûnerê Fîlîstînê yê danûstandinan Mûhammed Şîtayeh got, "Sê roj beriya pêkhatina civînên danûstandinan, ev daxuyaniya dewleta Îsraîlê, bi armanca sabotekirina hevdîtinên bi zexta navnetewî destpêkirin e."

RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWÎ JI BIRYARA ÎSRAÎLÊ NE RAZÎ YE

Washington, biryara avakirina koloniyên nû weke rewşeke bi fikar û guman nirxand. Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYE Marîe Harf got, "Em fikarên xwe ji Îsraîlê re ragihandin. Em qebûl nakin ku dagirkerî were legalkirin."

Yekitiya Ewropayê jî da xuyakirin ku divê hewldanên bandoreke neyînî li hevdîtinên aştiyê bikin, neyên kirin. Nûnerê Çapemeniyê yê Berdevka Dîplomasiyê ya Yekitiya Ewropayê Catherîne Ashton, Michael Mann da xuyakirin ku koloniyên li Şerîa Rojava di çarçoveya huqûqa navnetewî de îllegal e. Mann destnîşan kir ku nêzîkatiyeke bi vî rengî, çareseriya ji du dewletan dixetimîne.

Neteweyên Yekbûyî jî diyar kir ku li Şerîa Rojava avakirina koloniyan ne rewa ye û Rûsya jî got, "Ev yek ne çêker e."

Lê hikûmeta Îsraîlê ji biryara xwe venagere. Berdevkê çapemeniyê yê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanjahû, Marc Regev got, "Kolonî, wê li axa Îsraîlê bên avakirin."

Çapemeniya Îsraîlê jî ragihand ku biryara avakirina koloniyên nû ya Netanjahû, ji bo kêmkirina nerazîbûna derdorên li dijî serbestberdana girtiyên Fîlîstînî derdikevin e.