Birayên Misliman lîderê xwe yê nû yê demî diyar kir

Birayên Misliman lîderê xwe yê nû yê demî diyar kir

Li Misrê, rêxistina Birayên Misliman a piştî darbeya leşkerî bi zexteke bi xwîn re rû bi rû man, di şûna lîderê xwe yê hatiye girtin Mûhammed Bedîî de, ji bo demekê Mahmûd Îzzet wezîfedar kir.

Piştî ku lîderê olî yê Ihvanu'l-Muslimin (Birayên Misliman) Mûhammed Bedîî duh nîvê şevê hat girtin, hat ragihandin ku di şûna wî de yek ji alîkarên wî Mahmûd Îzzet bi awayekî demî hatiye wezîfedarkirin. Di daxuyaniya Birayên Misliman a li ser înternetê de hat ragihandin ku Mahmûd Îzzet wê ji bo demekê wezîfeya Bedîî bimeşîne.

Îzzet ê 69 salî doktoreke û beriya niha li gel Beddî di salên 1960 û 1970 de gelek caran hatibû girtin.

Serokkomarê Misrê Mûhammed Mûrsî yê endamê Birayên Misliman e, piştî xwepêşandana mezin a 3'ê Tîrmehê, di encama darbeyeke leşkerî de ji wezîfeyê hatibû xistin.