'Bilûr evîn, hezkirin û dîrok e'

Li Sûr a kevnare, huner û çandekî bi qasî birca kevnar û dewlemend ji bilûra kalekê difûre. Ev bi hezaran sal e ev çanda ku bûyî awaza gelek hestan li cihê berxwedanê bilind dibe. 

Bilûr, heta niha wekî estrumanekî şivanan hatiye nasîn û bi gotinên pîpikê henek pê hatine kirin. Her wiha bi flûtê ya rojavayê tê tevlîhevkirin. Bilûr, heta van rojan hatiye û di orkestrayan de bi hezkirin tê guhdarkirin. Niha jî bûye estrumanekî lêxistinê ya hemdemî. Dema ku em di kuçeyên Sûr a kevnare re derbas dibûn, hunerek û çandekî qasî bircan kevnar û dewlemend ji lûleya bilûra kalemêrek difûre. Ev bi hezaran sale ev çanda ku bûyî awaza gelek hestan li cihê berxwedanê bilind dibe. Ev kalemêrê ku bi bilûrê dinalîne Alî Ucun yê ji herdu çavên xwe astengdar e. Li bejna xwe cil û bergên herêmî yên bi rengê gewir û serê xwe jî bi kefiya belek pêçaye û bi bilûra xwe dinale. Li aliyekê bi bilûrê dinale li aliyê din jî bi dengê xwe yê xweş klamên dengbêjiyê distêre.  

KÛRAHIYA DILÊ MIROVAN

Li civata Alî Ucun ciwan, jin, mêr û kalemêr kombûne û guh didin hunera kevnar. Alî Ucun ku di nava civakêde bi navê Eliyê Qerejdaxî tê naskirin, di sala 1963 de ji dayik bûye, ev nêzîkî 49 sale bilûrvaniyê dike. Qerejdaxî evînek hezar salî ya xwe bi çanda Kurdan re kiriye yek û ji lûleya bilûran difûrîne. Bi bilûrê xwe berdide di nava kûrahiya dilê mirovan û di nava tiliyên xwe de vê kevneşopiyê diparêze. Ji bo ku ev hunera kevnar û dîrokî neyê ji bîr kirin dixwaze hînî ciwanan jî bike. Qerejdaxî dibêje, eger mirov hîn bibin, divê ji berî her tişt bi zimanê van awazan têbigehinin û hez bike.

‘HELBET EZ Ê ROJEKÊ BIBINIM’

Qerejdaxî di sala 1970’an de dema zarok bû nexweşiyekê derbas dike û her du çavê xwe winda dike. Malbata Qerejdaxî wî li gelek nexweşxaneyan û bijîşkan digerîne, lê ji ber xîzaniyê û ji bo emelyatê pereyek zêde tê xwestin û nikare bê emelyat kirin. Dema ku Qerejdaxî nexweşî derbas kiriye ew 7 salî bûye û niha temenê wî 58 salî ye û dibêje, hêviya min heye ku ez carek din bibibînim. Lê ji bo dîtina çav, guhaztin divê û ev jî mesrefek zêde dixwaz e. Lê tu carê min hêvî winda nekirye. Helbet ez ê rojekê bibînim.

‘XWEZÎ LI WAN ROJAN’

Qerejdaxî piştî çavê xwe winda dike hemû heskirina xwe dide bilûrê û dest bi lêxistina bilûrê dike. Qerejdaxî bi xwe hînî bilûrê bûye û bi salan şivanî kiriye. Qerejdaxî dibêje, piştî çavê xwe winda kir wî hemû sebra xwe daye bilûrê û wiha qala jiyana xwe dike: 

“Ez li gundê Şahdiyê hatime dinyayê û heta 45 saliya xwe min jiyana xwe li gund derbas kir. Ez hîna zarok bûm min nexweşî derbas kir û herdu çavê xwe winda kir. Piştî min çavê xwe winda kir hevalê herî nêzî xwe min bilûr dît û dest bi lêxistina bilûrê kir. Di ciwantî û heta berî 15 salan jî min şivantî dikir. Li gelek herêmên Amedê min şivantî kir û li ber keriyê pez min bilûr lêdixist. Dema min bilûr lêdixist keriyê pezê min jî baştir diçêrî. Dema pez ji min dur diket min dest diavêt bilûrê û min dinalî, di nava çend kêliyan keriyê pezê min li dor min kom dibû. Wê demê ji niha gelek xweştir bû. Ji ber hinek sedeman ez neçar mam hatim bajêr û niha li Amedê dijîm. Lê ez gelek bêriya wan rojan dikim û xwezî li wan rojan tînim.”

BILÛR DERMAN E

Qerejdaxî anî ziman ku bilûr, çandek pir kevnare ye û hemû nirxên Kurdan di nava xwe de vedişêre. Qerejdaxî da zanîn ku divê em vê hûnerê baş fêr bibin û bidin fêr kirin. Qerejdaxî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bilûr ji bo birînê dermanê kewê ye û ji hemû derdan re birîn û bêhn e. Ji ber ku evîn, hezkirin, dîrok û xemên me vedibêje. Di demê berê de tenê ev amûr hebû û Kurdan bi vê amûrê huner dikir. Weke vê serdemê evqas amûr tunebûn. Tembûr hebû ew jî yek têl bû. Niha hevalê min yê herî qedîm û baş bilûra min e. Dema bêhna min teng dibe, ez aciz dibim dest diavêjim bilûrê û bi bilûra xwe dinalim. Bilûr dilê min rehet dike. Lê belê her ku diçe ev çanda kevnare winda dibe. Divê em xwedî li vê çandê derkevin û vê çandê zindî bihêlin.”

‘XWEDÎ LI ÇANDA XWE DERKEVIN’

Her wiha di dawiyê de Qerejdaxî, gazincên xwe yên di der barê hunermedên çanda biyanî dixin nava çand Kurdan de anî ziman û wiha got: “Gelek hunermendên Kurd hene bi Kurdî dibêjin lê belê çi eleqeya wan bi çanda Kurdî re tuneye. Çanda biyanî xistine nava çanda me de. Dema ez guhdarî wan dikim ji xwe şerm dikim. Li dijî qirkirina çandê ez bang li hemû stranbêj û hunermendên Kurd dikim ku xwe nas bikin û xwedî li çanda xwe derkevin.”