Bilezgîn pêwîstiya 7 milyon Sûriyeyan bialîkariyê heye

Bilezgîn pêwîstiya 7 milyon Sûriyeyan bialîkariyê heye

Koordînatrîsa operasyonên mirovî ên Neteweyên Yekbûyî (NY) Valérie Amos got, bilezgîn pêwîstiya 7 milyon Sûriyeyiyên ku ji şer bandorbûne bialîkariyê heye.

Di civînek ya çapemeniyê ya li Kuwêtê de Valérie Amos axivî û da diyarkirin ku, “Pêwîstiya nêzî 7 milyon kesan bialîkariya mirovî heye.” Da zanîn ku, ji vana 2 milyon zêdetir ji dervey Sûriyeyê koçber in û 4 milyon zêdetir jî di nava Sûriyeyê bixwe de neçarî koçberiyê bûne.

Rayedara NY Amos anî ziman ku, “Tişta ku em bikarin bidin ji xwe em dikin, lê ev têrê nake.” Amos aşkera kir ku, NY tenê di nava sala 2013’an de ji bo Sûriye û welatên cîran pêwîstî bi 4,4 milyar dolar heye û wiha got: “Me heya niha tenê 1,4 milyar dolar kom kiriye.”

Tê diyarkirin ku, ji Adara 2011’an ve û piştî demek kurt li Sûriyeyê şerên navxweyî destpêkirin, zêdetirî 110 hezar kes mirin e.

Li gorî Komîsertiya Bilind ya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, 742 hezar penaberên Sûriyeyê li Lubnanê ne, 519 hezar li Urdunê, 463 hezar li Tiriyeyê, 186 hezar li Iraq û 124 hezar jî li Misrê ne.