Celadet Alî Bedirxan tevî hevalên xwe di 15'ê Gulana 1932'an de li paytexta Sûriye Şamê yekemîn kovara Kurdî Hawar çap kirin. Roja derxistina kovara Hawar ji sala 2006'an û vir ve weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Endamê Saziya Zimanê Kurdî ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Îzzettîn Silêman bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji ANF'ê re axivî.
Îzzettîn Silêman bal kişand ser dema derxistina kovara Hawarê û got, "Di navbera salên 1924 û 1936'an de bi taybetî li Bakurê Kurdistanê li tevahiya Kurdistanê komkujiyên mezin li Kurdan dihatin kirin. Gelek rewşenbîr û nivîskarên Kurd wê demê ji ber zext û komkujiyan neçar man koç bikin Rojava û herêmên cuda. Ev rewşenbîr û nivîskarên Kurd ên derbasî Rojava bûn li herêmê karên siyasî û zanistî dimeşandin. Yek ji wan jî Celadet Bedirxan bû. Kovara Hawarê ku sala 1932'an ji aliyê Celadet Bedirxan ve sala 1932'an li Şamê hate derxistin ji bo çand û wêjeya Kurdî gaveke gelekî girîng bû. Cegerxwîn, Osman Sebrî, Reşîdî Kurd, Seydayê Tîrêj û gelek kesayetên mîna wan di nava vê kovarê de dixebitîn.
ZEXT Û ZORA LI ÇAND Û ZIMAN TENÊ BI TÊKOŞÎNÊ DIKARIN BÊN TÊKBIRIN
Îzzettîn Silêman diyar kir ku zext û zora hêzên dagirker ên li Kurdistanê yên li ser gel û nasnameya Kurd bênavber didomin û got, "Mejiyê dagirkerên li Kurdistanê hemû dişibin hev. Ji bo pêşî li pêşketina gelê Kurd bigirin û nasnameya Kurdan tune bikin bi her rê û rêbazê hovîtî kirin û hîn didin. Ne tenê li dijî Kurdan kirin, li dijî gelên li vê herêmê hemûyan (Ermen, Suryan, Asûr, Ereb) kirin. Hêzên dagirker ên li herêmê hemûyan kirin, lê belê dewleta Tirk serkêşî ji vê re kir. Dewleta Tirk ji bilî xwe tu çand, tu kes qebûl nekir."
Îzzettîn Silêman anî ziman ku êrişên li ser Kurdistanê ne tenê siyasî û leşkerî ne, di heman demê de êriş li zimanê Kurdî jî tên kirin û got, "Dewleta Tirk bi zanebûn û bi zorê dixwaze nasnameya Kurdan ji wan bistîne. Ji bo Kurd zimanê xwe ji bîr bikin, ji bo hîn nebin, bi salan çand û zimanê Kurdî qedexe kir. Ev zîhniyet bi dagirkerên li Kurdistanê hemûyan re heye. Zext û zora li ser çand û zimanê civaka Kurd tenê bi têkoşînê dikarin bên têkbirin. Kurd divê zimanê xwe biparêzin û bi pêş ve bibin. Rojhilata Navîn herêmeke rengîn e ku ji gelek gelan pêk tê. Gelên li vê herêmê divê ne tenê çanda xwe, her wiha çanda gelên din jî bibînin. Bi vî rengî pêşî li polîtîkayên neteweperestiyê dikare bê girtin."
BI ŞOREŞA ROJAVA RE DI ZIMANÊ KURDÎ DE JÎ PÊŞKETINEKE ŞOREŞGERÎ ÇÊBÛ
Îzzettîn Silêman destnîşan kir ku bi Şoreşa Rojava re jî di zimanê Kurdî de pêşketineke şoreşgerî çêbû û got, "Rejîma Sûriyeyê nedihişt çand û zimanê Kurdî bi pêş bikeve. Ji bilî Ereban hebûna kesî qebûl nedikir. Li Rojava pisporên ziman, rewşenbîr û nivîskarên Kurd bi rengekî şexsî dixebitîn. Zimanê Kurdî tenê bi kesan re hebû, li malan hebû. Yanî veşartî bû. Tevî vê yekê jî gelek rewşenbîr û nivîskar hatin girtin, ew avêtin girtîgehan û êşkence li wan hate kirin. Belge û pirtûkên zimanê Kurdî hatin desteserkirin.
Kurdan di dema rejîmê de êş û tehdeyeke mezin dîtin. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re li gel karên siyasî û leşkerî her wiha karên li ser çand û wêjeya Kurdî jî gelekî bi pêş ket. Saziya Zimanê Kurdî dest bi kar kir û li dibistanan dersên bi Kurdî hatin dayin. Di demeke kurt de gelek pêşketin çêbûn. Niha heta pola 11'an bi Kurdî ders tên dayin. Bi hezaran mamoste hatin amadekirin. Gelê me li vir bi rengekî azad xwe îfade dike. Êdî her kes bi Kurdî dixwîne û dinivîsîne. Her kes hînî zimanê Kurdî bûn. Mirovên ji her temenî yên li herêmê bi dilxwazî dixwazin ziman hîn bibin. Beriya û piştî Şoreşa Rojava guhertinên mezin çêbûn."
TIRKIYE JI PÊŞKETINA LI ROJAVA GELEKÎ ACIZ E
Endamê Saziya Zimanê Kurdî Îzzettîn Silêman bi bîr xist ku li Rojava akademî û zanîngeh hatin vekirin, bi vî rengî di zimanê Kurdî de pêşketinên mezin çêbûn û destnîşan kir, destketiyên li vir hatine afirandin wê paşerojê ji bo tevahiya Kurdistanê bibin bingeh. Îzzettîn Silêman anî ziman ku dewleta Tirk ji vê yekê gelekî aciz e û got, "Dewleta Tirk ji pêşketina zimanê Kurdî, ji destketiyên nasnameya Kurdan ên li Rojava gelekî aciz e. Bi êrişên xwe yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê dixwaze hem herêmên Kurdan bi dest bixe, hem jî civaka Kurd teslîm bigire. Ji bo pêşî li van planên qirêj bigirin divê em xwedî li ziman, çanda xwe û xwe bi xwe derkevin."
Îzzettîn Silêman bal kişand ser guhertina demografîk a li herêmên dagirkirî û got, "Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî çima bi Tirkî perwerdeyê dide? Dewleta Tirk qaşo ew çete aniye herêmê û wê teslîmî 'mûxalîfan' bike. Dewleta Tirk bi vê polîtîkayê dixwaze faşîzma Osmanî bimeşîne. Dixwaze aramî û ewlekariya li herêmê têk bibe. Li şûna zimanê gelên herêmê bi Tirkî perwerdeyê dide û bi vî rengî hewl dide demografiyê biguherîne."
BANGA LI KURDAN: XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN
Endamê Saziya Zimanê Kurdî ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Îzzettîn Silêmn bang li ciwanên Kurd, gelê Kurd, sazî û partiyên Kurdan kir û got, "15'ê Gulanê Cejan Zimanê Kurdî li we pîroz dikim. Zimanê Kurdan nasnameya Kurdan e. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Ya ku me bike yek û li dora xwe kom bike ziman e. Jİ bo pêşîgirtina li planên dijmin divê Kurd li hev guhdarî bikin û yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin.
Zext û zora li ser zimanê Kurdî îro jî dewam dike. Dewleta Tirk ev siyaseta xwe li Bakurê Kurdistanê gihandiye heta astekê. Ji bo Kurdî weke zimanekî paşmayî nîşan bide nahêle bê axaftin. Di serî de Bakurê Kurdistanê gelê me yê li tevahiya Kurdistanê divê hay ji vê siyaseta qirêj a dewleta Tirk hebe. Êdî li mala xwe û li her qadê bi Kurdî biaxivin. Em neteweperest nînin, em nabêjin ku Kurdî ji zimanên din çêtir e, lê belê zimanê me ye. Her ziman ji bo me cihê hurmetê ye. Ji bo pêşî li dijmin bigirin divê em xwedî li zimanê xwe derkevin."