Bi hezaran kesên ku li Kadikoy kom bûn berbi Taksimê ve meşiyan

Bi hezaran kesên ku li Kadikoy kom bûn berbi Taksimê ve meşiyan

Li Antakya ji bo şermezarkirina kuştina Ahmet Atakan yê ku ji aliyê polîsan ve hat kuştin, li Kadikoy li pêş heykelê Boga bi hezaran kes kom bûn.

Çalekvanan piştî vekirina panqartên “ kujerê Ahmet polîsên AKP’ê ne” û “ Ahmet Atakan bê mirine” rê li ber tirafîkê girtin. Bi hezaran kesên ku meşiyan Îskelê gelê Kadikoy jî piştgirî danê.

Girse her ku diçe zêde dibe û dûrişmên weke “Ahmet Atakan bê mirine”, “dewleta qatîl wê hesab bide” û “qatîlên Ahmet polîsên AKP’ê ne” bê navber di avêjin. Girse ji bo bi keştiyan biçin Taksîmê meşiyan Îskeleyê.

Ji ber bi cihnebûna girseyê ya di keştiyê de beşek li keştiyê siwar bûn û beşê din jî li vî alî bi dûrişman mayîna xwe ya li Îskelê berdewam dikin.

Bi hezaran kesên ku ji Kadikoy bi rê ketîn li ser Karakoy û Tunelê re wê biçin cihê ku polîsan êriş kiriyê Meydana Taksîmê.

Herwiha li aliyê din hat zanîn ku li Taksimê polîsan ji ber ku mudaxaleyî girsê kir û bombeyên gazê zêde bikar anî maça Turkiye-İsveç U21 a li Stata Kasimpaşa di nêvî de bi dawî bû.