Bi helbestên xwe şoreşê vedibêje

Meryem Temir helbestvaneke ji Hesekê ye. Ew şer û şervanên li Rojava û bandora li her nifşî, bi helbestên xwe vedibêje.

Helbestên Meryem Temir li ser êş û berxwedana li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ne. Meryem a ku dixwaze aliyê jinê yên xurt nîşan bide, jinê hîn bêhtir dide pêş.

Şoreşa Rojava dibe wesîle ku jin di jiyanê de hêj çalaktir û bi bandor di qadên wekî perwerdehî, siyaset, çand û hunerê de rola xwe bilîze. Di vê çarçoveyê de nivîskarên jin jî di têkoşîna guhertin û wekheviya civakî de roleke girîng dilîzin. Li Rojava nivîskarên jin dema ku tecrûbe, hest û ramanên xwe dinivîsin, bi vê yekê re dengê jinan di nava civakê de bilind dikin. Jinên nivîskar ên ku rolên zayendî lêpirsîn dikin, balê dikişînin ser mafên jinan û di berhemên xwe de banga wekheviya civakî dikin, di tevahiya civakê de cudabûnek ava dikin. Ev yek tevkariyê li tevlîbûna jinan a li nava jiyana civakî ya li Rojava û xurtkirina wekheviya zayendî ya li nava tevahiya civakê dike. Meryem Temir ku bûyerên di şer de qewimîn jî nivîsand, bi helbestên xwe êş û berxwedanê vedibêje. Meryem a ku balê dikişîne ser êşên dayikên di şer de zarokên xwe winda kirine, birîna di dilê wan de di helbestên xwe de dide hîskirin. Di heman demê de têkoşîna şervanan dinivîse û bi helbestên xwe wêrekî û baweriya wan nîşan dide. Meryem di helbestan de carinan dibe zarok, carinan dibe dayik û carinan jî dibe şervan. Bi vî rengî aliyên cuda yên şer û êşên hatine jiyîn ji xwendevanên xwe re radigihîne.

JI BER NIVÎSÊN XWE EZ GELEK KELECANÎ DIBIM

Meryem Temir 44 salî ye û dayîka sê zarokan e. Meryem a ji Hesekê di 16 saliya xwe de koçî Qamişloyê dike û di malbatek aliyê wê ya welatparêz û olî giran e de mezin dibe. Meryem hîn di zarokatiya xwe de dibe şahidê nêrîna civaka zayendperest a li ser jinê û newekheviya jin û mêr lêpirsîn dike. Meryem a ku got, "Ez hez dikim hestên xwe bi jinan re, bi civakê re, bi kêliyên jiyanê re û bi axa xwe re parve bikim. Dema ku ez dinivîsim, mîna ku ez ber bi esîman ve bifirim, ez ewqas kêfxweş dibim. Ez hertim dibêjim kêliyên ku ez dinivîsim kêliya min e, ez wê kêliyê mîna kêliya ku dikarim xwe îfade bikim û her tiştên ku li dora min diqewime bînim ziman. Tiştek ji vegotina hest û ramanên xwe bi awayekî azad, bê tirs û bêsînor xweştir tuneye.”

Meryem, a ku di dema xwendina dibistanê de aliyê xwe ya nivîsa wêjeyî keşf kir, diyar kir ku ew bi nivîsa çîrokan destpêkiriye û piştre bi helbestan berdewam kiriye.

SÊ PIRTÛKÊN WÊ YÊN HELBESTAN HENE

Pirtûka bi navê Ji Qamişloya Min a Biçûk re di 2013’yan de, bûdelayê ku di nebûna min de dertê di 2017’yan de û Gulên ji devê şer di 2019’yan de hatin çap kirin. Meryem, anî ziman ku wê pirtûka xwe ya ku di sala 2013’yan de hatiye çapkirin, beriya şoreşê bi dizî nivîsandiye û wiha domand, “Bûm şahidê êşên şer û min nivîsand. Ez bi pirtûkên xwe bûm zimanê zarokan. Min birînên dayîkan hem nivîsî û hem jî pêça. Min çirûskên beriya şoreşê û berxwedana ku di nava şoreşê de pêşkete vegot. Pirtûka min a sala 2019’yan bi temamî şoreş vedibêje. Ez hewl didim bibim dengê jinan. Şert û mercên ku pêşkêşî jinan kirine diyar e. Hêj gelek tabûyên me hene ku me nekarî em bişkînin. Ji bo vê jî helbestên min ên ku jinan ber bi têkoşînê ve dibin, jin bikaribin bigihijin heqîqeta xwe û rastiya jinê bînin ziman, li pêş in.”

Meryem, destnîşan kir ku ew bi helbestên xwe bûye zimanê berxwedanê ya zarokên li kampan dijîn, mirovên ku mal û warên xwe terikandine û koçber bûne, qêrîna dayikên ku zarokên wan di şer de şehîd bûne û berxwedana jinên şoreşger.

GIHIŞT ROJA KU BI HESRETA WÊ DIJIYA

Meryem, anî ziman ku bi Şoreşa Rojava re jiyana wê guherî û wiha qala têkiliyên xurt a jinê bi şoreşê re kir, “Em li hemberî rastiya gelên ku nekarîn ziman, çand û nasnameya xwe bijîn têdikoşiyan. Me nedikarî bi awayekî xwezayî mafên xwe yê jiyanê, bijiya. Em bi şoreşê re azad bûn. Em dikarin êdî bi rihetî binivîsin. Her wiha em bûn xwedî derfetên mezin. Em bi hesreta rojekê li ser dikê helbest bixwînin dijiyan, lê îro em helbest dinivîsin û digihînin gel. Dibe ku ew hûrguliyên piçûk bin, lê ew hûrguliyên girîng in. Carinan wisa li mirov tê ku mirov dixwaze ji dilxweşiyê bigirî. Ji ber wek jinên nivîskar em bi hesreta vê rojê bûn. Niha derfetên ku ji jinan re tên pêşkêşkirin pir in. Divê xebatên me jî bi qasî van derfetan bi nirx û bi hêz bin.” 

NE DI ASTA TÊ XWESTIN DE YE

Meryem, da zanîn ku divê nêrîna civakê ya li hemberî nivîskarên jin hîn zêdetir biguhere û wiha got, “Berê nivîsandin ji bo jinan wek eyibek dihat dîtin. Hele eger ew jin dayik bûya, bêtir eyib dikirin. Wekî ku gunehek kiribe wiha nêzî wê dibûn. Jin jî li gorî heqîqeta xwe nêz nedibûn. Ew li gorî standardên jiyanê yên ku ji wan re hatibûn pêşkêşkirin dijiyan. Ji ber ku ew ditirsiyan ku ji aliyê civakê ve bên redkirin. Me ev rewş dîtin û jiya. Piştî hemû ked û xebatan, me bi têkoşîna xwe nîşan da ku jin jî dikare vê bike û bi mêran re li ser esasê wekheviyê tev li civakê bibe. Piştî salan bi guhertina ku bi şoreşê re hat, jin di hemû qadên civakê de cih girt û pêşengî kir, lê ez dikarim bibêjim ku nêrîna civakê ya li ser jinê di asta ku tê xwestin de neguheriye an jî kêm maye.”

PIRTÛKA 4’EMÎN WÊ DI DEMEK KURT DE DERKEVE 

Meryem, destnîşan kir ku pirtûka wê ya 4'emîn a helbestan dê di demên pêş de were çapkirin û wiha got, "Pir girîng e ku jin qabiliyet xwe ji bo aramiya giştî ya civakê nîşan bidin. Ez dixwazim jin ne tenê li malê, li hemû qadên civakê aktîf bin. Ev yek ji bo pêşketina tevahiya civakê pêwîst e.”