BI DÎMEN

Bi firçeya demokrasiyê çanda xwe jinûve neqişandin

Hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê Roz Îshaq diyar kir ku piştî tarîtiya reş, gelek reng hatin avakirin û wiha got: “Bi firçeya her netewekê me civaka xwe rengûreng kirin.”

HEVSEROKA NAVENDA ÇAND Û HUNERÊ ROZ ÎSHAQ

Hevseroka Çand û Hunerê ya Kantona Minbicê Roz Îshaq têkildarî pêşketina çand û hunera neteweyên cuda ya piştî rizgarkirina Minbicê, ji ANF’ê re axivî.

Roz Îshaq diyar kir ku navenda Çand û Hunerê ya Minbicê di sala 2017’an de hat damezrandin, têde her netewekê jî cihê xwe girt û xwe îsbat kir û got: "Bi avakirina Çand û Hunerê piştî rizgarkirina Minbicê gelek guhertin di nava netewan de çêbû. Bi vekirina wê hewce bi endaman dihat dîtin. Lê piştî demekê jî qefil bi qefil her kesî berê xwe dan çand û hunerê û bi rengê netewa xwe, xwe îfade kirin."

Roz destnîşan kir ku ji wê tarîtiya heyî, wan bi rengê xwe çanda xwe rengûreng kir û wiha pêde çû: "Bajarê Minbicê bi wêje û helbestvanên xwe tê naskirin, di nava wê de jî 4 netewên esasî heye ew jî Ereb, Kurd, Çerkes û Tirkmen in. Ev navend jî ji bo derxistina van çandan hatiye avakirin. Di destpêkê de gelek astengî hatin derketin, lê bi demê re her tişt hat guhertin û jin jî ji bi wê yekê re bû pêşeng."

Roz anî ziman ku di nava çand û hunerê de gelek beş derketine holê, yek jê şano, wênekêşî û xêzkirin, stran û dîlanên folklorî di nava van de jî tevahî mamoste amade ne û ji bo perwerdekirina nifşê nû amade ne: "Di dema tarîtiya reş a li ser Minbicê de çand û huner hatibû tunekirin, lê piştî ku Minbic hat rizgarkirina, her tişt bi rengê xwe û bi firçeya netewa demokratîk hat rengkkirin. Ew tarîtiya ku tenê bi rengekî reş bû veguherî rengo rengo. Gelek helbestvan, gelek wêjevanan li Minbicê hebûn, lê di nava wê tarîtiyê de hatibûn windakirin. Lê niha jî her tişt hatiye guhertin ew tarîtiya bi hêza zarokên vê civakê jî hat rakirin."

Roz anî ziman ku her tişt bi rizgarkirina Minbicê re hat guhertin û dawî li wê tarîtiyê hat: "Bi fikrê Netewa Demokratîk her tişt hat guhertin, li şûna rengekî gelek reng hatin neqişkirin. 4 netew li bajarê Minbicê hene, lê di dema tarîtiyê de her tişt li wan hatibû qedexekirin. Bi rizgarkirina Minbicê re her netewekê xweseriya xwe îfade dikir, Tirkmenan xwe bi saziya xwe, Çerkesan xwe bi saziya xwe, Kurdan xwe bi saziya xwe û Ereban jî xwe bi saziya xwe bi çanda xwe îfade dikir. Hemû plansaziyên netewan ên hunerî bi riya çand û hunerê re ye û her netewek jî cihê xwe di vê yekê de digre."

Roz Ishaq di dawiya axaftina xwe de ragihand ku ew hemû netewan hembêz dikin û her kes jî cihê xwe di vê yekê de digre û got: “15’ê Tebaxê rojeke nû ye ji gelê Minbicê re, ji tarîtiyê ber bi pêşerojeke bi hêvî tijî daxwaziyên bê tirse. Bi taybetî jî ew hêvî di nava çand û hunerê de tê dîtin, her kes têde ye û her kes jî bi firçeya xwe û bi rengê netewa xwe, firçeya xwe bi rengê netewa demokratîk dixe û civaka xwe bi wê yekê rengûreng dike.”