BI DÎMEN

Bi dengê xwe di xweparastinê de israr kir

Bêrîvan Şêxmûs ku bi stranên Kurdî serî li ber rejîma Baasê rakir, got "Keseke-î ku bi zimanê xwe yê dayikê nikare biaxive, nikare çand û hunera xwe biparêze, ew kes nikare xwe jî biparêze."

Hunermend Bêrîvan Şêxmûs diyar kir ku jin bi xwedîderketina li mîrateya çandî divê xweparastina xwe xurt bikin.

Bêrîvan Şêxmûs ku sala 1990'î li Qamişloyê ji dayik bû û mezin bû, qala têkoşîna ziman û nasnameyê ya bi çand û hunerê kir.

Bêrîvan Şêxmûs ku di nava malbatekê de ya bi çand û hunerê re eleqeder mezin bû, têkîliya xwe ya bi hunerê re wiha vegot: "Dengê dapîra min a xweş di nava malbatê de jî xuya bû. Ji ber ku di nava malbateke wiha de ji dayik bûm û mezin bûm, bivê nevê bandor li ser kesayeta min çêkir. Min di temenekî biçûk de dest bi gotina stranan kir. Li gel ku dibistanên em diçûn ên rejîma Baasêjî bûn, min stranên bi Kurdî digotin. Axaftin, nivîsandin û stranên bi Kurdî qedexe bû. Her tiştên bi navê Kurdî qedexe bû. Stranên min ên bi Kurdî midûrê dibistanê nerehet dikir. Gef li min dixwarin ku ez ê nikaribim dibistanê temam bikim. Lê min bi israr stranên Kurdî got. Min jiyana xwe ya dibistanê jî bi hunerê re domand. Min dixwest bi çand û hunerê xwe bigihîm armancên xwe. 

JI BER ZIMANÊ XWE YE DAYIKÊ DI REFÊ DE HAT HIŞTIN

Bêrîvan Şêxmûs ku ji ber gotina stranên Kurdî di refa 9’an de puanên wê hate xistin û di refê de ma, qala wê demê kir: “Li gel ku puanên min ê ezmûnê bilind jî bûn, bi zanebûn puanên min hat xistin û min di refê de hiştin. Min serî li ber polîtîkayên qirkirinê yên rejîma Baasê ne tewand û dev ji dibistanê berda. Kesekî ku nikaribe çand û hunera xwe biparêze, nikare xwe jî biparêze, nikare bibêje xaka min heye û nikare qala welatê xwe bike. Em li warê xwe dihatin cihêkirin. Ji xeynî gelê Kurd ji gelên din re derfet dihatin pêşkêşkirin, lê ev maf ji Kurdan re nedihatin dayîn. Ev nêzîkatî mîna şopa birînekê di dilê min de ma. Min li gel rîska mayîna refê û tundiyê jî paşve gav neavêt. Polîtîkayên girtin û bi êşkence û gefan koçberkirinê dimeşandin, lê terikandina welat wê qad ji rejîma Baasê re bihişta. Ez ji bo ziman, nasname û çanda xwe li ber rejîma Baasê rabûm û di vê yekê de bi israr bûm. Ji ber ku ez di wê zanebûnê de bûm ku divê çand, ziman û nasnameya xwe biparêzim ku bi sedan sal in tên qirkirin."

Bêrîvan Şêxmûs wiha qala destpêka jiyana xwe ya çand û hunerê kir: "Piştî ku min di refê de hiştin û min dev ji dibîstanê berda, min dest bi çand û hunerê kir. Dibe ku min dikarîbû çand û hunera xwe li dibistanê bidim jiyîn, lê bi awayekî qaçax bû. Ez ewil tevlî Koma Muzîkê ya Roj bûm. Me bi giştî amedekariyên Newrozê dikir. Amedekariyên Newrozê jî bi dizî dihatin kirin. Her ku malbat cesareta me didîtin, zarokên xwe beşdarî koma me ya muzîkê dikirin. Piştî salekê em weke Koma Muzîkê ya Roj tevlî Koma Muzîkê ya Botan bûn. Li gel ku me zextên rejîma Baasê ji nêz ve hîs dikir jî, ew ji bo jiyanîkirina çanda me ne asteng bû. Di çalakiyên Newrozê de êrîş dihatin kirin, binçavkirin û girtin dibûn, lê dema rejîma Baasê 3 kes binçav dikir, me 8 kes beşdarî koma xwe dikir. Her ku wan êriş dikirin, em bi hêz dibûn û têk nediçûn."

PÊŞXISTINA ÇAND Û HUNERA JINAN

Bêrîvan Şêxmus ku bi Şoreşa Rojava re tevlî nava Tevgera Çand û Hunera Jinê ya Hîlala Zêrîn bû wiha got: "Roj bi roj derfetê me yê pêşxistina çand û hunera me çêbû, ku bi Şoreşa Rojava re em bi awayekî rehet pêşkeş dikin. Destketiya herî mezin a ku me bi şoreşê re bidest xist, avabûna rêxistina jinê bû. Me ewil Koma Muzîkê ya Şehîd Sakîne ava kir. Koma me ji 14 kesan pêk dihat. Armanca me ya sereke zindîkirin û pêşxistina çand û hunera jinê bû. Firsendên ku hatin bidest xistin rê li ber pêşketina çand û hunerê vekir. Êşên ku di dema rejîma Baasê de hatin kişandin hêdî hêdî sivik bûn. Me hestên gel bi awayekî rehet di zimanê xwe de vegot, nivîsand û nîşan da."

XWEPARASTIN JI NAN Û AVÊ GIRÎNGTIR E

Bêrîvan Şêxmus diyar kir ku têkoşîna astengkirina tunekirina çand û hunerê ji nan û av girîngtir e û wiha dewam kir: "Xweparastin bi israra di jiyana çandî de ya li dijî dijî qirkirina çandî, pêkan dibe."

Bêrîvan Şêxmus bilêv kir ku rehendek a têkoşîna azadiya jinê jî çand û huner e û got: "Xweparastin di têkoşîna azadiya jinê de pir girîng e. Xweparastin xwe rêvebirin e, rêxistin e, hebûn e."