Bi dehan hunermendan strana 'Leyla' gotin

Ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye, bi dehan hunermendan stranek bi navê "Leyla" amade kirin û gotin.

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrg Leyla Guven, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 92 roj in di greva birçîbûnê de ye. Piştgiriya ji bo Leyla Guven li qada navneteweyî zêde dibe. Vê carê jî bi stranekê piştgirî jê re hate dain. Gelek hunermend li hev kom bûn û strana "Leyla" gotin.

Gotinên stranê ji aliyê Fûat Kav ve hate nivîsandin ku Kav şahidê rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmeha 1982'an e ku li Girtîgeha Hejmara 5'an a Amedê pêk hat.

Hunermendên ku strana "Leyla" gotin: Denîz Deman, Nîlgun Başozdeş, Elenore Foûrnîaû, Leman Stehn, Baran Bozyel, Nûray Balik, Rûken Yilmaz, Binevş Roj, Bêrîvan Barcadûrmûş, Gulîstan Moûsa, Perwîn Alî, Sevdar Moûsa, Xelîl Xemgîn, Ozan Seyîdxan, Ozan Comert, Ozan Emekçî, Ozan Serdar, Ferhat Tûnç, Ozan Dilovan, Hesen Şerîf, Necmeddîn Xulamî, Rotînda Yetkîner, Baran Tezkorkmaz, Cûma Soner û Diyar Dersim.

Leyla Guven jî stran li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kir û ji bo stranê ev peyama spasiyê weşand: "Ji ber vê strana bêhempa ku gelek hunermendan ji bo min gotine, yek bi yek spasiya we dikim. Bi hêviya ku di dema aştiyê de li ber stranên kêfxweşiye em govendê bigerînin... Hûn her hebin."

Stran bi Kurdî û Tirkî hate gotin. Gotinên stranê:

"Yürüyor, yürüyor bir kadın yürüyor / Dimeşe dimeşe jinek dimeşe

Elinde meşalesi milyonların önünde / Di dest de meşaleyek li pêşiya mîlyonan

Yürüyor özgürlüğe bir kadın / Ber bi azadiye ve dimeşe

Hep vardım var olacağım, zincirleri kıracağım / Ez hebûm, ez ê her hebim, van zincîran bişkînim

İnadına yürüyor bir kadın / Ez im, jina serbilind dimeşim

Leyla milyonların yüreği Leyla / Leyla dilê milyonayî tu Leyla

Leyla dağların çiçeği Leyla / Leyla kulîlka çiyayî tu Leyla

Leyla barışın ak meleği Leyla / Leyla pêriya aştiyêyî tu Leyla

Eriyor bir kadın yavaşça eriyor / Jinek gav bi gav dihele jar dibe

Anka kuşu misali küllerinden doğuyor / Ji xweliya xwe jîn dibe mina teyre sîmurxê

Karanlığı deliyor bir kadın / Tariya diçîrîne jinek, hembezkirî roja me, milyonan daye pey we

Ber bi azadiyê ve dimeşe."