BI DÎMEN

Bi çîrokên xwe bala gel dikişîne

Can Îbrahîm ê ku xwedî gelek berhemên wêjeyî, niha bi serfiraziyekê çîrok û helbestan bi zimanê Kurdî dinivîse. Can diyar kir ku bawernameya herî mezin ji bo wî, guhdarkirina çîrokên ku bi zimanê Kurdî hatiye nivîsandin e.

CAN ÎBRAHÎM XWEDÎ GELEK BERHEMÊN WÊJEYÎ YE

Nivîskar û helbestvan Can Îbrahîm ku di sala 1965’an de li gundê Şêş a girêdayî bajarê Kobanê ji dayik bûye, li Reqayê jî dibistan xwendiye. Piştî aloziya Sûriyeyê careke din vedigere bajarê Kobanê piştre dizivire û derbasî bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê dibe. Li wir jî karê pêşkêşvaniya bernameyan dike û di sala 2014‘an de vedigere bajarê Qamişlo.

Can Îbrahîm ji zaroktiya xwe ve ji xwendina wêjeya Kurdî hez dike, lê ji ber xwendina bi zimanê Kurdî qedexe ye nikare bi zimanê Kurdî bixwîne û binivîsîne. Ji ber wê bi zimanê Erebî dixwend û dinivîsand. Bi hêviyek mezin dixwaze fêrî zimanê Kurdî bibe. Li dibistanê zimanê Fransî fêr dibin, bi vî avayî ferî latînî jî dibe û hêdî hêdî fêrî tîpên Kurdî dibe. Ji wê demê ve Can Îbrahîm bi zehmetî roj bi roj zimanê Kurdî pêş xist. Di encamê de fêrî zimanê xwe yê zikmakî bû. Can Îbrahîm li ser nivîskarî û helbestên xwe axivî.

BI XWE FÊRÎ ZIMANÊ KURDÎ DIBE

Can diyar kir ku fêrbûyîna wî bi zimanê Kurdî re dest bi nivîsa pirtûk û helbestan kir û wiha pêde çû: “Rastî zehmetiya min a herî mezin ew bû ku ez bi tena serê xwe fêrî zimanê Kurdî bûm. Lê bi hewildanên herî mezin min xwe gihande rastiya xwe û dest bi nivîsandinê kir. Ez di milê nivîsandina pirtûkan û helbestan de bi zimanê Kurdî û Erebî dinivîsinim. Sedem wê jî ew e ku min bi zimanê Erebî li dibistanan xwendiye. Di heman demê de fêrî zimanê Kurdî bûm e. Nivîsên min hemû li ser serpêhatiyên gelê Kurd e. Bi awayek wêjeyî peyvên bi wate li hev tînim. Zimanê wêjeyî ne hêsan e û her mirov dikare binivîse. Ji bilî kesê ku di nav serpêhatî û êşan re derbasbûye wek gelê Kurd dikarin her peyvek xwe çîrokekê jê derxînin. Wek gelê Kurd divê hîn bêhtir derfetan ava bikin û pirtûkxaneya Kurdî bi ziman, çand, helbest û nivîsên xwe dewlemend bikin.”

DU BERHEMÊN WÎ TÊN ŞEWITANDIN

Can Îbrahîm ê ku du berhemên wî aliyê rejîma Sûriyeyê û DAÎŞ’ê ve hatiye şewitandin, wiha behsa bûyera ku jiyan kiriye kir: “Berhema yekemîn di sal 2008’an de ji ber fişar û zextên rejîmê li Reqa hat şewitandin. Berhema duyemîn jî sala 2014’an dema DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kir, bi destê DAÎŞ’ê hat şewitandin. Dema berhemên min şewitîn ji bo min êşekî pir mezin bû. Ji ber ku min rastiya xwe di wan berheman de didît. Di wê demê de min dixwest çi nivîs di destê min de hebe yekser çap bikim.

BERHEM HATINE ÇAPKIRIN

Yekemîn berhema min bi navê “Lorîn” di sala 2017’an hat çapkirin. Berhema min a duyemîn bi navê “Beravên Aso” di sala 2019’an de hat çapkirin. Berhema min a sêyemîn jî helbest bû ku bi navê “Koşka Keseran” di sala 2022’yan de çap bû. Berhema min a çaremîn ku helbeste, bi navê “Vedeng Can” tê çapkirin. Bi Kurdî û Erebî çîrok û helbestên min hene. Ev jî demên pêş wê werin çapkirin.”

BI ŞOREŞÊ RE REHETÎ ZIMANÊ XWE DIXWÎNIN

Can Îbrahîm qala pêşketin û guhertinên bi Şoreşa Rojava re di aliyê zimanê Kurdî de çêbûne, kir û wiha bilêv kir: “Zexta rejîmê nedihîşt ku bi zimanê Kurdî bixwînin. Ji ber wê jî xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî tevahî bi awayek veşartî bû. Lê piştî Şoreşa Rojava me di her qadên jiyanê de cihê xwe girt. Bi taybet zimanê Kurdî axivîn û çalak bûn. Êdî me karîbû zimanê xwe bi awayek fermî û bê tirs li hember tevahî cîhanê bixwînin. Dibînin ku nifşên me yên nû bi rehetî zimanê xwe dixwînin, ev jî cihê serfiraziyê ye û gavek pir mezin e.

Dema ku hemû nivîskar û wêjevan digihîjin çi di milê çand, wêje, ziman, çîrok û helebestan de be pêşketinek çêdibe. Pir şanaz im ku piştî zehmetiyeke pir mezin me bi zimanê xwe pirtûk û helbestan nivîsand. Dema ez çîrokekê bi zimanê xwe dixwînim û gel li min guhdar dike ji bo min bawernameya herî mezin e.”