Bi belgeyan sîxurtiya Carl Bildt hat tesbîtkirin
Bi belgeyan sîxurtiya Carl Bildt hat tesbîtkirin
Bi belgeyan sîxurtiya Carl Bildt hat tesbîtkirin
Bi belgeyan hate tesbîtkirin ku li Bosnayê qasidê aştiyê yê Neteweyên Yekbûyî, nûnerê berê yê tekelên petrolê û dostê herî nêz yê desthilatdariya AKP’ê wezîrê Karê Derve yê Swêdê Carl Bildt sîxurê DYA û CIA’yê ye.
Rojnameya herî mezin a Swêdê Aftonbladet, belgeyên Vîkîleaksê ku tesbît kiribû ku agahiyên Bildt yên salên 70 ku divê veşarî bimana û ji DYA’yê re hatiye ragîhandin, weşand. Sala borî di sibatê de Bildtê diyar kiribû ku Bildt di salên 70’ê de ji DYA’yê re sixûrtî kiriye û gotibû dê van belgeyan ji rayagitşî re aşkera bike. Bildt demek dirêj ne axivî û got ger belge bên weşandin dê biaxive.
Di çapemeniya Swêdêde hatibû gotin ku der barê damezrînerê Bildtê Julîan Assange de bi sûcdariya tacîza zayendî biryara girtinê hatiye dayîn û ji bo ku pêşî li radestkirina wî ya Swêdê bigire, der barê Bildt û Swêdê de kampanyaya reşkirinê hatiye meşandin.
BELGEYÊN BEVŞARÎ YÊN CIVÎNA 176’AN RAGÎHANDIN DYA’YÊ
Belgeyên ku rojnameya Aftonbladet weşand, nîşan dide ku agahiyên ku Bildt nikare ji gelê Swêdê re jî bêje û xwestiye veşarî bimîne, ji rayedarên DYA’yê re ragîhandiye. Di 1976’an de hilbijartin tên kirin û nûnerên 3 partiyan ji bo hikûmeta koalîsyonê ava bikin hevdîtinên veşarî dike. Di civînê de biryara veşartina gahiyan tê dayîn. Heman rojê sefîrê mezin yê DYA’yê David D Smith bi raporeke veşarî re tiştên di civînê de hatine axaftin ji serokwezîr Henry Kîssîger re radigîhne. Di raporê der barê hikûmeta koalîsyonê de agahî hene. Kissînger van agahiyan ji CIA re dişîne.
Ev agahiyên mijara gotinê ne ji aliyê Carl Bildt ve ji Ronald E Woods ê peywirdarê Stokcholêmê ya DYA’ê re tê ragîhandin.