Bi 7 çîrokan zarokên salên 90'î

Dema ku mirov çîrokên ''Hespê Şeytên''  ya  Kadîr Stêra dixwîne, ku bandora dema şer a salên 90'î ya li ser zarokan nivisiye, mirov dikeve nav xewn û xeyalan.

Pirtûk çîroka ya bi navê Hespê Şeytên ya Kadîr Stêra, ya ku ji Weşanxaneya Aryenê derketî kete ber destê xwendekarên Kurd. Hemû lehengên di çîrokan e zarokên Kkurd in. Pirtûk ji 7 çîrokên kurt pêk tê. Stêra di çîrokên xwe de cih daye jiyana zarokên ku xeyal dikin li ber ronkahiya heyvê meqernayê bixwin, di beşê dawî yê pirtûkê de ku pêvajoya lêpirsînê ya lehengan a di navbeyna êşa takekesî û civakî de vedibêje, di ser hin helbestan te lêgerîna li heqîqetê tê destnîşankirin.

Stêra ku ji ber nasnameya xwe ya Kurd du caran ji zanîngehê tê dûrxistin, ji bo ku pirtûka xwe binivisîne vê demê ji xwe re bi kar tîne. Stêra yê ku xwe deyndarî êrîşên li ser Kurdî dibîne got, ''Ji bo ku bersivê bidim lêgerîna xwederbirîna bi Kurdî min ev pirtûk nivîsî'' û didomîne, ''Ez vê mîna gavekê dibînim li dijî qirkirina li ser Kurdî, mîna xwedîderketina li Kurdî û ji bo geşkirina wê. Biya min ji bo hemû kesên ku bi Kurdî dinivisin ya herî girîng ev e. Ji ber ku mirov bi zimên û wêjeya zimên dikare qirkirina ser çandê pûç bike. Îro piraniya nivîskarên Kurd bi vê hişmendiyê tevdigerin. Ev helwesteke pîroz û watedar e.''

Stêra bi berdewamî girîngiya perwerdehiya bi Kurdî destnîşan kir û got heke bi zimanê xwe perwerde bidîta wê ev gelek tişt li nivîskariya wî zêde bikira. Stêra got ji bo Kurdan, êrîşê tînin ser fikirîna bi Kurdî, xeyalên bi Kurdî û asîmîlasyon tim bi êrîşê hebûna xwe didomîne.

Stêra got lehengên çîrokên wî ji cîhana zarokên salên 90'î dixwin û got, ''Xeyalên wan paqij in. Di wê çîrokê de ya bi navê Gelo Heyv Kete Erê, di metafora heyv û meqernayê de xeyalên xwarinê hene. Di pirtûka min de zarokin li bendê ne ku heyv were xwarê. Hin zarok hene ji bo ku bi Tirkî nizanin kêm têne dîtin. Ji bo lehengên xwe lêgerokên hêviyê dibêjim. Gelek xwendekaran gotin wan zaroktiya xwe di pirtûkê de dîtine.''