Berhemên ji Efrîkayê hatine revandin wê bên radestkirin

Komîsyona ku ji aliyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hatiye avakirin, biryar da ku berhemên ji Efrîkayê hatine revandin û li muzeyên Fransayê ne, îade bike.

Li gorî rapora ku ji aliyê komîsyonê ve hate amadekirin, 90-95 ji sedî ya berhemên ku mîrateya çandî ya Efrîkayê temsîl dikin li derveyî parzemînê ne.

Endamên komîsyonê yên rapor amade kirin, ekonomîsta Senegalî Felwine Saat û dîroknasa Fransî Benedicte Savoy, diyar kirin ku divê were ispatkirin ku berhemên li muzeyên Fransayê bi rêyên qanûnî hatine bidestxistin, naxwe divê berhem hemû radestî welatên wan bên kirin.

Serokkomarê Fransayê Macron par li Bûrkîna Faso di dema serdana xwe de gotibû, "Qebûl nakim ku mîrateyên çandî yên gelek welatên Efrîkayê li Fransayê bin."

Anîna berhemên Efrîkayê ji bo Fransayê sedsala 19'an dest pê kir.

Tê payin, metna giştî ya rapora li ser berhemên ji Efrîkayê roja Înê bê weşandin.

Eger Fransa berheman îade bike, tê payin ku zext li DYE û Îngilîstanê bê kirin ku heman gavê biavêje. Bi taybetî li British Museumê, gelek berhemên giranbuha yên dîroka Efrîkayê hene.