Belayîd û Brahmî bi heman çekê hatin kuştin!
Belayîd û Brahmî bi heman çekê hatin kuştin!
Belayîd û Brahmî bi heman çekê hatin kuştin!
Li Tûnisê, piştî ku duh parlamenterê mûxalefeta çep Mûhammed Brahmî bi sûîkastekê hat kuştin, li welêt îro grêva giştî hebû. Wezîrê Karên Hundur îdîa kir ku, selefiyekî "tund" bûyer pêk aniye. Wezîr diyar kir ku Şukru Belayîd ê di meha Sibatê de hat kuştin û Brahmî bi heman çekê hatine kuştin.
Di 25'ê Tîrmehê roja Pêncşemê de Parlamenterê çepgir ê Meclîsa Damezrîner Mûhammed Brahmî, li ber mala xwe ya li paytext Tûnisê bi gulereşandinê hat kuştin û li ser vê yekê Eniya Gel a ji partiyên çep pêk tê, banga dijderketina sivîl kir.
Bi hezaran kes daketin kolanan û îstifa hikûmetê xwestin. Sendîkaya ÛGTT jî îro çû grêva giştî. Tunisiar Experss a li kargeha Tunisair buroya xwe heye, hemû seferên xwe yên plankirî betal kir. Xebatkarên balafirgehê li gorî grêvê tevgeriyan. Li sektorên taybet jî grêv hebû. Li bajarên Sîdî Bûzîd, Kasrîn, Gafsa û Kefê jî çalakiyên rûniştinê hebûn.
Êvara Pêncşemê avahiya Walîtiyê ya bajarê Sîdî Bûzîd ku Brahmî parlamenterê wê bû hat dagirkirin û buro hatin şewitandin. Polîsan bi bomgeyên gazê çalakger belav kirin. Her weha li herêmê çalakgeran êrîşî avahiya partiya deshilatdar Ennahda ya li Menzel Bûzayan kirin û dirûşmên "Bimire paşverû, Ennahda û Selefî" qêriyan.
Li derveyî welat jî Parlamentên DYE, YE, Fransa, Swîsre, Cezayîr û Parlamenta Ewropayê bûyera kuştinê şermezar kirin û Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Navî Pîllay xwest, "lêpirsîneke lez û zelal bê meşandin."
DU KUŞTINÊN SIYASÎ, ÇEKEK!
Malbata Brahmî, ji kuştinê partiya Ennahda berpirsyar dibîne. Îro Wezîrê Karên Hundur Lutfî Ben Jeddû civîneke çapemeniyê lidar xist û ji bûyera kuştina Brahmî "selefiyekî radîkal" berpirsyar girt. Jeddû got, "Li gorî agahiyên destpêkê yên lêpirsînê, xuya dike ku Bûbaker Hakîm ê selefiyê radîkal di bûyerê de cih girtiye." Li gorî wezîr, Şukru Belayîd û Mûhammed Brahmî bi heman çekê hatine kuştin.
Wezîr got, Çeka otomatîk a 9 mm ya di kuştina Şukrî Belayîd de hat bikaranîn, Mûhammed Brahmî jî kuşt."
Kuştina lîderê mûxalîf Şukru Belayîd a li ber mala xwe, li gelempmeriya welêt rê li ber protestoyan vekiribû û krîzeke siyasî ya giran derketibû holê. Malbat û xizmên Belayîd ji bûyera kuştinê yekser hikûmet û serokê partiya Ennahda berpirsyar girtibû. Belayîd, mîna Brahmî li ber mala xwe ji aliyê êrîşkarekî li ser motorsîkletê ve hatibû kuştin.
BRAHMÎ: ENNAHDA, PARÇEYEK JI PROJEYA BIRAYÊN MISLIMAN E
Bûyera kuştina Belayîd hînê zelal nebûye. Mîna Belayîd, Brahmî jî rexneyên tund li hikûmetê dikir. Di hevpeyvîneke xwe ya 21'ê Tîrmehê de li rojnameya Le Temps hat weşandin de Brahmî weha digot; " Em di wê baweriyê de ne ku Ennahda tevgereke serbixwe nîne, bi ti awayî bersivê nade pêdiviyên welat û parçeyek ji projeya rêxistina Birayên Misliman e. Derdê wan ê yekane, bi destxistina dewletê ye, enstrumanîzekirina civakê ye û bikaranîna wê ji bo berjewendiyên xwe ye."
Rejîma Bîn Alî bi xwe jî newêrîbû serî li van kuştinên siyasî bide. Civaka Tûnisê ji kuştinên nû yên siyasî, gumanan dike. Şukru Belayid beriya bê kuştin dabû xuyakirin ku di destê hikûmetê de lîsteyeke mirovên werin kuştin, heye. Belayid her weha eşkere kiribû ku deshilatdariya Ennahda li Tûnisê kampên perwerdeyê ava kirine ku lê şervanan perwerde bike û bişîne Sûriyê.
Bi partiya Ennahda ya Îslamperest re, bûyerên kuştinên siyasî weke "xeteriya asayîbûneke mezin" ketiye jiyana rojane ya Tûnisiyan.