BDP'ê nerazîbûn nîşanî destwerdana bi xwîn a li Misrê da
BDP'ê nerazîbûn nîşanî destwerdana bi xwîn a li Misrê da
BDP'ê nerazîbûn nîşanî destwerdana bi xwîn a li Misrê da
BDP'ê, destwerdana li xwepêşandanên li Misrê "komkujiya hovane" bi nav kir û nerazîbûneke tund nîşan da.
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, bi daxuyaniyeke nivîskî, destwerdana li xwepêşandanên alîgirên Serokkomarê hilweşandî Mûhammed Mûrsî yên serê vê sibê, bi zimanekî tund şermezar kir.
Di daxuyaniya Hevserokan de weha hat gotin:
"Me bi xemgîniyek mezin bihîstine ku di encama deswerdana li xwepêşandanên şermezarkirina darbeya leşkerî ya Misrê de, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane, bi sedan kes jî birîndar bûne.
Divê ev komkujiya hovane, tavilê bi dawî bibe. Ji bo vê yekê jî em bang li hemû aliyan û saziyên navnetewî dikin ku xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin.
Em êrîşên li dijî sivîlan şermezar dikin, ji gelê Misrê re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfa dixwazin."