BBC:Tirkiye cîhadiyan dişîne Sûriyê

BBC:Tirkiye cîhadiyan dişîne Sûriyê

 Malpera BBC derbarê destek kirina hikûmeta Tirkiyê ji şandina cîhadiyan ji bo Sûriyê raporek weşand. Di raporê de hate diyar kirin ku cîhadî li Başûrê Tirkiyê hin malan ji xwe re wek navend bi kar tînin û ji vir ji bo şer bikin, derbasî Sûriyê dibin.

Malpera BBC derbarê şandina cîhadiyan a Sûriyê raporek weşand û têde hate diyarkirin ku Tirkiyê piştgiriya komên cîhadiyan dike. Di raporê de hate destnîşankirin  komên cîhadî li başûrê Tirkiyê hin malan wekî navend ji xwe re bi kar tînin. Ji vir pêşwaziya cîhadiyan dikin û dişînin Sûriyê. Li gora BBC wan malan ji aliyê hin çavdêran ve têne birêve birin.

Di raporê de hate gotin ku kesên van malan birêve dibin girêdayî rêxistina El-Qaîdê ne û Tirkiyê roleke sereke dide birêxistinkirina wan.

Welatiyekî ji navçeya Rehaniyê ya li nêzî sînorê Sûriyê diyar kir ku mala wî 150 cîhadiyan 20 ji wan Birîtanî bûn, di 3 mehên dawî de bikar dianîn. Her wiha di nava wan de ji hemû welatên cîhanê hebûn û haya Hikûmeta Tirkiyê jî jê hebû.

Hêjayî gotinê ye ku opozîsiyona Sûriyê beriya niha diyar kir ku ew ji hatina cîhadiyan bêzar bûne û wan bi astengkirina şoreşa Sûriyê tewambar kirin. Her wiha herdu aliyan gelek caran li hemberî hev şer kirin.