Ban Ki-moon ji bo Kobanê banga lezgîn kir
Ban Ki-moon ji bo Kobanê banga lezgîn kir
Ban Ki-moon ji bo Kobanê banga lezgîn kir
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon, der barê êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê daxuyaniyek da û ji bo gelê sivîl bê parastin banga lezgîn kir.
Ban Ki-moon di daxuyaniya xwe de diyar kir ku rewşa Kobanê bi guman dişopîne, ji ber erîşên çeteyên DAIŞ gelek kes ji cih û warên xwe bûne, gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.
Bn Kî-moon di daxuyaniya xwe de bal kişand ser binpêkirina mafê mirovan û îxlalkirina hiqûqa însanî ya li deverên ku çeteyên DAIŞ li Sûriye û Iraqê bi dest xistine û ji bo Kobanê banga lezgîn li hêzên ku derfetên wan ên mudaxeleyê hene kir.