Balafirgeha Terablusê ji aliyê komeke çekdar ve hat dorpêç kirin
Balafirgeha Terablusê ji aliyê komeke çekdar ve hat dorpêç kirin
Balafirgeha Terablusê ji aliyê komeke çekdar ve hat dorpêç kirin
Îro di saetên sibehê de komeke çekdar riya ketina balafirgeha paytexta Lîbya Terablus a navnetewî girtin û rê ne dan ku balafirên rêwiyan birêkevin.
Li gorî nûçeya Ajansa Tedamin a Lîbyayê ku ji çavkaniyekî di balafirgeha paytexat Lîbyayê Terablus girtibû de, hate gotin ku îro di saetên sibehê de komeke çekdar bê ku sedemê nîşan bidin, riya ketina balafirgehê girtin û ne hiştin balafirên rêwiyan birêkevin. Li gorî nûçeyê hin ji endamên koma çekdar di nava hêzên parastina balafirgehê de cihê xwe digirin.
Li aliyê din şîrketa Beraq li ser malpera xwe ya fermî diyar kir ku îro 2 balafirên wan ên rêwiyan taloq bûne. Her wiha şirketa Afrîka ya Ezmanî jî da zanîn ku balafira wan a rêwiyan şûna ku li balafirgeha Terablus a Navnetewî dakeve li balafirgeha Emetîqa daketiye.
Li Lîbyayê piştî ruxandina rêjîma Miemer El-Qezafî ku di encama destwerdana derve pêk hat de, komên çekdar li welêt zêde bûn û kuştin, revandin û talan kirin li her deverê belav bû.