Balafirên bê mirov vê carê li xwendekaran xistin: 6 mirî
Balafirên bê mirov vê carê li xwendekaran xistin: 6 mirî
Balafirên bê mirov vê carê li xwendekaran xistin: 6 mirî
Operasyonên DYE yên li Pakîstanê bi balafirên bê mirov dimeşîne, vê carê bûn sedema qetilkirina 6 xwendekaran.
Di êrîşê de medreseya Mekteb-î Darûl Ûlûm a li herêma Tal a bajarê Hangû yê eyaleta Hayber-Pakthûnkva hedef hat girtin. Li gorî rayedaran di êrîşê de 6 xwendekarên medreseyê jiyana xwe ji dest dan, 8 xwendekar jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku 3 fuze li medreseyê ketine û êrîş di nava gelê herêmê de rê li ber rageşiyê vekiriye.
Wezîrê Karên Derve yê Pakîstanê Sertaj Azîz di daxuyaniya xwe ya roja Çarşemê de diyar kiribû ku DYE soz dabû ku di hevdîtinên aştiyê yên bi Talîbanê re wê êrîşên bi balafirên bêmirov pêk neyne.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Hûman Rîghts Watch-HRW) û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di raporeke 20'ê Cotmehê de Washîngton tawanbar kiribûn ku bêyî gef û pevçûnek li naverastê hebe bi êrîşên balafirên bêmirov rê li ber mirina sivîlan vedike û bi vî rengî huqûqa navneteweyî binpê dike.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (amnesty Internatîonal) dabû xuyakirin wan 9 ji 45 êrîşên bi balafirên bêmirov ên di navbera mehên Çile-Tebaxa îsal li herêma Vezîrîstana Bakur a Pakîstanê hatin lidarxistin, lêkolîn kirine. Di raporê de hatibû ragihandin ku yên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dabûn, di rewşeke gefxwarin û şer de nebûn.
DI ÊRÎŞÊN BI BALAFIRÊN BÊMIROVH DE HERÎ KÊM 400 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji sala 2004'an û vir ve êrîşên xwe yên bi balafirên bêmirov ên li herêma eşîrên li bakur rojavayê Pakîstanê zede kir. Li gorî rapora raportorê taybet ê "têkoşîna li dijî terorê" yê Neteweyên Yekbûyî Ben Emmerson, di nava 10 salên dawî de ji ber van êrîşan li Pakîstanê zêdeyî 400 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî dibêje ji sala 2004'an û vir ve herî kêm 300 caran bi balafirên bêmirov êrîş hatine kirin û di encama van êrîşan de di navbera 2 hezar û 4 hezar û 700 kesî de, mirovan jiyana xwe ji dest dane. Di navbera Çileya 2012 û Tebaxa 2013'an de li bakur rojhilatê Pakîstanê 45 êrîşên kujer hatin kirin. Her carê jî sivîl bûn qurbaniyên van êrîşan.
Hikûmeta Pakîstanê jî di fermiyetê de li dijî van êrîşan derdikeve û diyar dike ku ev êrîş rê li ber bandoreke neyînî vedikin û serweriya Pakîstanê binpê dikin. Lê belê li gorî belgeyên beriya demeke kin di çapemeniya Emerîkî de cih girtin û li gorî agahiyên ji rayedarên Pakîstanî hatin wergirtin, hikûmet bi awayekî ne fermî van êrîşan erê dike.
Di 1'ê Mijdarê de lîderê Tevgera Talîban a Pakîstanê Hekîmûllah Mehsûd jî di êrîşa balafirên bêmirov de hatibû kuştin.