Bagera 'Phaîlîn' xwe gihand Hîndîstanê
Bagera 'Phaîlîn' xwe gihand Hîndîstanê
Bagera 'Phaîlîn' xwe gihand Hîndîstanê
Bagera "Phaîlîn" ji duh êvarê û vir ve li Hîndîstanê bi bandor e. Li gorî daneyên destpêkê herî kêm 5 kesan ji ber bagerê jiyana xwe ji dest dane.
Bagera "Phaîlîn" dar ji kokê rakir, zerar da tevna elektrîkê û paceyên gelek xaniyan hilweşand. Li gelek wargehên bager lê bi bandor e, mirov hatin veguhastin. Polîsan di dema veguhastinê de li hin cihan neçar man, zorê bikar bînin.
Bagera ku duh hêz û dijwariya wê saet di 200 km bû, piştî ku xwe gihand qadên daristanî, bandora xwe winda kir. Tê payîn hêza wê îro dakeve 90 km yî.
"Phaîlîn" di heman demê de yek ji sê bagerên herî bi bandor ên li parzemîna Asya ne. Li Vîetnamê bagera Narî li herêma Pasîfîk bagera Wîpha bi bandor in.
Bagerên li Hîndîstan û Kendava Bengla a Bangladeşê rû didin, herî zêde mehên Nîsan û Mijdarê bi awayekî cidî bi bandor dibin.
Di sala 1999'an de di encama bangera li kendava Bengalê çê bû û bandor li eyaletên Orîssa û Andra Pradeş ên Hîndîstanê kir, 10 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Li Bangladeşê jî di encama bagera sala 1970 de bi sedhezaran mirovan jiyana xwe ji dest dabûn.