Azerbaycan Serokkomarê xwe hildibijêre
Azerbaycan Serokkomarê xwe hildibijêre
Azerbaycan Serokkomarê xwe hildibijêre
Azerbaycan, ji bo hilbijartina Serokkomariyê îro dengê xwe bikar tîne. Di hilbijartinan de 10 namzet ji bo serketinê li ber xwe didin û dê li 5 hezar û 491 navendan 5 mîlyon û 145 hezar hilbijêr dengê xwe bikar bînin.
Ji ber pergala hilbijartinê û kadrobûyîna li saziyên dewletê, çav li rê ye Serokkomarê heyî Îlham Aliyev ji bo cara sêyemîn bê hilbijartin.
Mûxalefet yekemcar di mijara namzetê hevpar de li hev kir û bi lîderiya Cemîl Hasanli tev li hilbijartinan dibe. Lê belê tê îdîakirin ku hilbijartin dê demokratîk nebe.
Li gorî pisporan, sedema bingehîn a dengên zêde yên Aliyev ji hevrikên xwe yên din, aramiya aboriya li welêt e. Beşek ji medya navneteweyî, bi taybetî jî çapemeniya Ewropayê, ji ber binpêkirinên mafên mirovan bi guman li serketina Aliyev dinêrin. Çapemenî diyar dike ku Aliyev dikare xwe bi hêsanî hatineyên enerjiyê yên bi mîlyaran dolarî ji bo kursiya xwe biparêze bikar bîne û zextê li çapemeniya mûxalîf dike.