Ayten Kaplan di Mîhrîcana Dortmundê de deng xwestin

Ayten Kaplan di Mîhrîcana Dortmundê de deng xwestin

Di 21’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navnetewî a li bajarê Dortmund ê Almanyayê namzetê parlementeriyê  Ayten Kaplan derket ser dikê û ji beşdarên mîhrîcanê deng xwest. Parlementerê  Partiya Çepa Ulla Jelpke jî got: “Divê êdî îsal qedexeya li ser  PKK’ê li Almanyayê bê rakirin. Di vê Almanya bi awayekî çalak piştgiriya pêvajoya çarestiyê bike.”  

 21’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navnetewî bi beşdarbûna Kurdan û dostên wan li Bajarê  Dortmundê  berdewan dike. Rengên Kurdî, sembolên  siyasî û coşa Kurdistaniyan  di mîhrîcanê de bala mirov dikêşe.
Di rojê de gelek siyasetmedar û hunermendên wê derbikevin ser dikê. Wek xwediyê Malê Hevserokên YEK-KOM Yuksel Koç û Hamdiye Akbayir  di destpê de axivîn. Hevserokên YEK-KOM’ê bi Kurdî û Almanî axivîn û bal kişandin li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û ev bang kirin; “ Dewleta Tirk, çeteyên  El Nusra û El Qaîdê rê dike li ser Kurdan. Divê destê Tirkiyeyê ji Rojava bê kêşandin. Pêwîste dewleta Tirk gavên pêwîst ji bo pêvaja çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî destpê kirin biavêje.”

Piştî axaftinan sînevîzyona di derbarê 3 jinên şoreşgerên Kurd yên li Parisê hatîn qetilkirin Sakine Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û pêşketinên siyasî de hat nîşandan. Bi sloganên girseyên yên wek “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Rojava” sînevîzyonê destpê kir.
JELPKE: DIVÊ  ÊDÎ QEDEXEYA PKK’Ê RABE
Piştî sînevîzyonê Endamê Meclisa Partiya Çepa Federala Ulla Jelpke û namzeta eyaleta  NRW’ê  Siyasetmedara Kurd Ayten Kaplan derketin ser dikê. Kaplan ji bo hilbijatinên sibe ji beşdaran deng xwest û ev bang kir; “ Divê Meclisa Federal ya Kurdan were temsîkirin.  Ji bo edaleta civakî, azadî, aştî û demokrasiyê sibe dengên xwe bidin Partiya Çep.”

Jelpke  şoreşa Rojavayê Kurdistanê silav kir û got: “Pêşketinên li Kurdistanê çiqas cihê hêviyê ne ji lê cihê gûmanê ne jî. Li Rojava sîstema demokrasiyê ya ku hatî ava kirin, ne tenê ji bo Sûriyeyê di heman demê de ji bo Rojhilata Navîn mînakekî modele.”
Jelpke 3 jinên şoreşgerên Kurd yên ku di roja 9’ê Çile de li Parisê hatîn qetilkirin jî bibîranî û got: “ Dema ku ez gazî we dikin, ew wiha hîs dikim ku hevalên me yên şoreşger ji li vê derê ne”
Jelpke; da diyar kirin ku divê hikumeta Tirkiyeyê ji bo pêvajoya çereseriyê ya ku Ocalan dayî destpê kirin  gavan biavêje û  ji bo hikumeta Berlînê ev bang kir, “ Di vê Almanya bi awayekî çalak piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê. Di vê ji niha û şûnde qedexeya li ser PKK’ê li Almanyayê bê rakirin. Di vê Neteweyên Yekbûyî bi derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê bersivê bide pêvajoyê.”
Niha Mîhrîcan bi bernameya muzîkê berdewan dike. Wê di beşên pêş de hevserokê BDP’ê Selahatîn Demîrtaş û hevserokê PYD’ê  Salih Muslim axaftinekê bikin.