Aryen hunermendên nû digihîne

Atolyeya Çand Huner û Lêkolînê ya Aryen ku li Wanê ji bo Kurdî kar dike, perwerdeya muzîkê dide zarokên 2-5 salî û hunermendên paşerojê digihîne.

Atolyeya Çand Huner û Lêkolînê ya Aryen, li Wanê yekane sazî ye ku karê çand, muzîk û hunera Kurdî dike. Taybetmendiyeke din a atolyeyê ew e ku perwerdeya muzîkê dide zarokên ji 2 heta 5 salî.

Ev karê atolyeyê gelekî bi dilê malbatên li Wanê ye. Li atolyeyê perwerdeya hînbûna bikaranîna amûrên keman, tembûr, santûr, bilûr, def, gîtar û teoriya muzîkê tê dayin. Her wiha bi rêya perwerdeya şanoyê jî şanogerên nû digihîne. Her wiha li aliyê pîşeyê sînemayê ve jî perwerdeya wênevaniyê dide û projeyên li ser dokûmanteran jî amade dike.

Fadîme Polat ku yek ji hîndekarên li atolyeyê ye, diyar kir ku armanca wan ji vî karî xwedîderketina li çand û muzîka Kurdî ye. Dixwazin bi navê Kurdî hilberîna muzîkê bikin û perwerdeya muzîka Kurdî bidin zarokên nifşê nû. Polat anî ziman ku ew perwerdeya rîtim û notayê didin zarokên ji 2 heta 5 salî û diyar kir ku li atolyeyê her wiha perwerdeya santûrê jî didin. Polat ragihand ku beriya 2 salan bi 11 hîndekaran wan dest bi kûrsê kirin, lê belê ev hejmar piştre dakete 7 hîndekarî.

PIRANIYA ŞAGIRTAN ZAROK IN

Polat diyar kir ku kûrs li sê branşên muzîk, şano û wêneyan didin û wiha dewam kir, "Di muzîkê de em perwerdeya rîtim û notayê didin zarokên 2-5 salî. Ji bilî vê em perwerdeya keman, tembûr, santûr, bilûr, def, gîtar û teoriya muzîkê jî didin. Hîndekarên me yên jin ên wêneyan, di serî de ji bo zarokan perwerdeya wêneyan dide mirovên ji her temenî. Li gel vê yekê hîndekarên me şanogerên nû jî digihînin. Em perwerdeya hunerî didin her mirovî. Piraniya şagirtên me jî zarok in. Beşeke mezin ji van zarokan di navbera 2-5 salî de ne."

STRAN Û AWAZÊN LI BER WINDABÛNÊ NE, EM DIGIHÎNIN GEL

Polat diyar kir ku ev karê wan gelekî bi dilê malbatên li Wanê ye û got, "Hejmara şagirtên me her roj zêde dibe. Saziya me bi eleqe û piştgiriya malbatên me û şagirtên me li ser piyan dimîne û xurt dibe."

Polat bi dewamî got, "Di vê demê de bi hezaran cih hene ku perwerdeya hunerî didin. Lê belê ti ji wan bi zimanê me yê dayikê nadin. Li cihekî bifikirin ku zarokê we yê du salî diçe wê derê û mîna li malê dikare li wir bi hêsanî Kurdî biaxive û bi Kurdî bistirê. Kûrsa me weke mala we ye, bi perwerdeya xwe ya bi kalîte jî hilberîneke mezin û mayinde dike. Em stran û awazên muzîka Kurdî yên li ber windabûnê ne jinûve bi kar tînin û digihînin gel."