Artêşa Misrê li Sînayê dest bi operasyoneke mezin kir

Artêşa Misrê li Sînayê dest bi operasyoneke mezin kir

Artêşa Misrê li Sînayê dest bi operasyoneke dorfireh a li dijî komên oldarên radîkal kir. Hat ragihandin ku di encama operasyona bi piştgiriya hêzên hewayî de, 31 kes hatine kuştin.

Artêşa Misrê li herêmên bakurê Nîvgirava Sînayê ji hewa û bejahî dest bi operasyoneke mezin kir. Operasyona li dijî komên Îslamî yên Radîkal, li herêmên bi Şerîda Gazzeyê re xwedî sînor e, tê meşandin. 

Hat ragihandin ku di operasyona li herêmên başûrê bajarên Refah û Şêx Zubeyd a bi 6 helîkopterên leşkerî û yekîneyên hêzên bejahî yên taybet de, 31 kes hatine kuştin.

Şahidên bûyerê dan xuyakirin ku ji herêmên operasyonê dûxan bilind dibe. Rayedarekî leşkerî yê Misrî ji ajansa Associated Press (AP) re axivî û îdîa kir ku ewê herêmê ji milîtanên Îslamî "paqij" bikin.

Hêjayî gotinê ye, di êrîşeke roja 24'ê Tebaxê de herî kêm 24 polîsên Misrî hatibûn kuştin. Roja Sêşemê jî li paytext Qahîreyê li hemberî Wezîrê Karên Hundir Mûhammed Îbrahîmî êrîşeke bombeyî hatibû kirin, wezîr jê filitîbû, lê herî kêm kesekî jiyana xwe ji dest dabû. 

Çavkaniyên ewlekariyê yên Misrê dan xuyakirin ku operasyon li hemberî ew kesên di du mehên dawî de li Sînayê êrîşî hedefên leşkerî kirine, pêk hatiye.