Artêşa Misrê kete tevgerê

Artêşa Misrê kete tevgerê

Artêşa Misrê ku heya seet 17:00’an wext dabû Serok Komarê Misrê Mihmed Mûrsî, kete tevgerê û li Qahîreyê avahiya televîzyona dewletê dorpêçkir.

Artêşê wesayîtên zirxî li derdora avahiya televîzyona dewletê bicih kirin, hate ragihandin ku, ji dervey weşana zindî hemû xebatkarên televîzyonê şandin malên wan û kontrol xist bindestê xwe.

Her wiha artêşa Misrê konseya xwe komkir. Hêjan çend seet ji demê ku ji Mûrsî re hatî gotin mayî Konseya Bilind a Leşkeriya Misrê biawayek awarte kombû û hate îdiakirin ku, nîqaş li ser piştî Mûrsî kirine.

Artêşa Misrê ji bo Serok Komar Mûrsî bi muxalifan re li hev bê ultimatom dabû. Ultîmatoma ku artêşê dayê di demjimêr 17:00’an de tejî dibe.

Şeva din Serok Komar Mihemed Mûrsî bersiva ultimatoma artêşê da û got, ew dê xwe nede paş, pêwîst bike heye mirinê ber xwe bide.

Di demjimêrên serê sibehê de Serfermandarê Artêşê Abdulfetah El Sîsî bersiv da berteka Mûrsî a li heberî ultimatomê û di daxuyaniya bi ser nivîsa ‘Demjimêrên dawî’de da diyarkirin ku, “Ger bibe sedemê jiyana wan jî ew amadene gelê Misrê ji terorîst, radîkal û bûdalayan biparêzin.” Sînyalên mudaxeleyên bixwîn da.

Di vê navberê de rageşiya ku artêş dê çi bike didome. Muxalif li Qada Tehrîrê ji bo îstîfaya Mûrsî slogana di avêjin. Alîgirên Birayên Misilman jî li gelek herêman kombûne.