Artêşa Misrê ji bo lihevkirina siyasetmedaran 48 saet wext da
Artêşa Misrê ji bo lihevkirina siyasetmedaran 48 saet wext da
Artêşa Misrê ji bo lihevkirina siyasetmedaran 48 saet wext da
Artêşa Misrê 48 saet wext da siyasetmedaran da ku pirsgirêkên heyî çareser bikin. Piştî meş û mîtîngên duh muxalefetê ji bo Serokkomar Muhammed Mursî der barê hilbijartinên nêz ên serokkomariyê de gav biavêje heya sibe saet 17.00’an wext dabû.
Muxalif ku daxwazeke wer kirin, artêşê jî daxuyaniyek da. Abdulfatah el Sîsî yê piştî ku Mursî bû Serokkomar bû Serfermandarê Giştî; ji bo siyasetmedar pirsgirêkan çareser bikin 48 saet wext da. Serfermandarıyê di daxuyaniya xwe de got, “Divê siyasetmedar gel tetmîn bikin.”
El Sîsî destnîşan kir ku heke siyasetmedar çareseriyekê ji pirsgirêkên heyî re nebînin wê artêş nexşerêya xwe aşkera bike. Artêşa Misrê piştî hilweşandina rejîma Mubarek welat salekê bi rê ve biribû. Piştî hilbijartinên serokkomariyê jî rêveberî dewrî Muhammed Mursî kiribû. Lê piştî hilbijartinan, garantiya ku wê têkilî polîtîkayê yan jî rêveberiya hikûmetê nebe dabû.
Di nexşêreya tê gotin de jî, bi nêrîna “li welêt temsîliyeta tevayî nêrînên polîtîk hene” wê artêş hewl bide li çareseriyekê bigere.